Wêneyên sûcên şer ên ku dewleta Tirk li navçeya Sûrê ya Amedê di dema berxwedana xwerêveberiyê de kir, li bajarê Holandayê Den Haagê hatin nîşandan. Wêne ji aliyê wênegirê Hollandî Piet Den Blanken ve hatin kişandin. Pêşangeha wêneyên sûcên şer, roja Sêşemê li avahiya Şaredariya Den Haagê hat vekirin. Pêşangeh wê heta 9’ê Çileyê vekirî be. Hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barût, Seroka Koma Den Haagê ya Partiya Çep Keskan Arjen Kapiteijn, Serokê Koma Partiya Den Haag Stads Joris Wijsmuller, Parlamentera Partiya Sosyalîst Saedet Karabulut û endamên meclîsa şaredariya Den Haagê tevlî merasîma vekirina pêşangehê bûn.
Fatma Şik Barût destpêkê axivî û diyar kir ku ev pêşangeh ji bo wan gelekî watedar e û got, pêşangeh wê bibe alîkar ku hovîtiya hatiye kirin bê nîşandan û sûcdar bê ceza neyên hiştin.
ANF/DEN HAAG