Hozan Canê ya ku ji 24´ê Hezîranê ve li Girtîgeha Jinan a Bairkoy a Stemnbolê girtî bû, doh dadgeha dewleta Tirk a li Kurdistanê dagirker, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birrî bi îdîaya ku endama rêxistinê ye.
Hozan Canê ji bo ku destekê bide HDP´ê di dema hilbijartinan de çûbû Tirkiyeyê. Di rûniştina 3´yem a doza li dijî wê de dadgeha li Edîrneyê biryara 6 sal û 3 meh ceza li Hozan Canê birrî.
Hozan Canê berdin
Parlamentera Die Linke (Partiya Çep) û cîhgira hevserokên Koma Dile Linke li parlamenea federal a Elman, Sevîm Dagdelen, ji bo Hozan Canê ya li Tirkiyeyê girtî ye û doh 6 sal û 3 meh ceza lê hat birrîn, daxuyaniyek da çapemeniyê û got, “Doza li dijî Hozan Canê li Tirkiyeyê komediyek e.”
Dagdelen got, ev doza li dijî hunermenda Kurd a ji Kolnê, careke din nîşan dide ku Trkiye ne dewleteke hiqûqê ye û wiha dewam kir: “Diviyabû welatiya Elman hîç nehata girtin û bi tohemtên zelûl ên terorê nehata dadgehkirin. Di vê rêveberiya dewleta Tirk dev ji zilma li dijî stranbêj Hozan Canê tavilê bi dawî bike.”
Dagdelen ev bang li hikûmeta federal a Elman jî kir: “Li şûna biîstîqrarkirina rejîma Erdogan bi sîlehan û alîkariyên aborî, divê hikûmeta federal bi israr doza serbestkirina Hozan Canê û welatiyên din ên Elman ên li Tirkiyeyê girtî bike.”
EDÎRNE / BERLÎN