Hozan Canê ku bi armanca beşdarî çalakiyên hilbijartinê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bibe çûbû bajarê Edirneyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû girtin.
Hozan Canê ku di heman demê hemwelatiya Elmanyayê ye, ji bo beşdarî çalakiyên HDPê bibe çûbû Edirneyê, di dema vegerê de li navçeya Edîrne Enezê hat binçavkirin.
Canê gava ji navçeyê vedigere ji aliyê polîsan ve otomobîla wê tê rawestandin û bi hinceta parvekirinên wê yên ser medya civakî tê binçavkirin. Piştî îfadeya dozger Canê bi daxwaza girtinê sewqî 1’emîn Dadgeriya Cezaya Sulhê hat kirin. Dadgehê dewleta Tirk Canê bi hinceta “Endama Rêxistinê ye” girt.
Wek hincet jî sahneya ku di filmên “74’emîn Fermana Şengalê” de, Hozan Canê çek girtibû, hat nîşandan.
Canê niha li Girtîgeha Girtî ya Edîrneyê dîl tê girtin.
EDÎRNE