DÎREN DÎCLE ERDEN Hozan Mecalî (Alî Maden) yê li Londonê dimîne pişta koronayê da erdê. Mecalî 74 salî ye û 4 caran wî rakirin nexweşxaneyê, lê di dawiya dawî de wî keysa xwe li şewbê anî. Hozanê Kurd ê Elewî Mecalî ji aliyê civaka Kurd li Londonê tê naskirin. Mecalî dibêje, ji kerama xwe nexweşiya xwe veneşêrin, jiyana dost û hevalên xwe nexin tehlûkeyê. Mecalî mehekê li ber xwe da û ji ber ku bronşîta wî hebû, dibêje, hinekî zehmetî kişandiye. Mecalî ji bo can, dost û hogiran dibêje, min bi daxwaza xwe ya ji bo jiyanê, bi bawerî û manewiyatê zora vîrusê bir. Gotina dawî ya Mecalî jî ev e: rewş giran e, qîmetê bidin jiyanê û li mala xwe bimînin. Ez dibêjim, qey min ev vîrus li çayxaneyê girtiye, ji ber ku ji bilî wê neçûme derekê û bi îhtîmaleke mezin kesekî bi vîrus ê negotî di me de gerandiye. Kesê nebêje, cinayetê dike. Hozan Mecalî ji eşîra Sînemilî ji gundê Koşk ê navçeya Elbistanê ye.