Li bajarê Elmanya Kolnê, ji pêşengên hunera şoreşgerî ya li Kurdistanê, Hozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) di salvegera 24. a şehadeta xwe de hat bibîranîn. Bibîranîn li Mala Kurdan a li Kolnê hat lidarxistin û ji aliyê Kordînasyona Jinê ya TEV-ÇAND’ê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin. Di bîranînê de tevî vegotina jiyan û têkoşîna Hozan Mizgîn, stranên wê jî hatin gotin.

Merasîma bîranînê, di şexsê Hozan Mizgîn de ji bo bîranîna hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi rêzgirtinê destpê kir.

Pêşkêşvana merasîmê Hozan Sosin bi bîr xist, ku meha Gulanê di têkoşîna azadiyê de meşa şehîdan e û di şexsê Hozan Mizgîn de hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr anîn. Sosin destnîşan kir, ku Mizgîn bi nasname û têkoşîna xwe ya şoreşgerî ve şopên girîng li dû xwe hişt.


Rêhevalên wê behsa wê kir

Hunermendên Koma Berxwedan jî tevlî bîranînê bûn û behsa Hozan Mizgîn kir.

Hozan Xemgîn got, “Mizgîn beriya nasnameya xwe ya hunermendiyê, nîşaneya berxwedana jina Kurd û berdêlên hatiye dayîn e. Xwedîderketina li Mizgîn bi nêzîkatiya rast a li jinê dibe.”

Hunermend Cewad Merwanî da xuyakirin, ku wê Hozan Mizgîn li Farqîn û Êlihê di salên zor û zehmet ên 90’î de ku hingî Hîzbûllahê mîna DAIŞ’ê komkujî dikir, nas kiriye û kesayetiya wê ya pêşeng şoreşger tevî hunermendiya xwe bandor lê kiriye.

Hozan Seyîdxan jî got, “Her yek ji şehîdên me destanek e, dîrokek e, romanek e. Yên ku em gihandine vê asta roja îro, keda bi sedan Mizgînan e. Her tova li nava axê direşe, mezin dibe û ber bi serketinê ve diçe.”

Hozan Şemdîn got, “Min Hozan Mizgîn sala 1987’an nas kir. Ew hem hunermendek, hem jî şoreşgerek bû. Tovên destpêkê yên vê asta pêşketî ya pêşengiya jinê, hingî hatibûn çandin.”

Hozan Diyar, Kawa û endamên din ên Koma Berxwedan û malbatên cangoriyên têkoşîna azadiyê jî di bîranînê de amade bûn. Dûre Koma Berxwedan û Koroya Jinan a bi pêşengiya Hozan Sosin, stranên Hozan Mizgîn gotin.  


 KOLN