Dengbêj û şervanê doza Kurdistanê Îbrahîm Nûrozî (Birê Newrozî) dengbêjê navdar ê Urmiyeyê xwe mîna yek ji şagirdên xwendingeha Evdalê Zeynikê dihesiband. Ji bona wê jî bi dengê xwe yê melûl û melodîk strana Xozandaxê wiha distirî:

Xozandaxê lê lê li ber topê ye

De Kalmastê birano ji bextê min ra li ber topêye

Heyla di binyê da zarê zara pezkûvyê ye

Ax dilêm yar yar, dilêm yar yar

Ax dilêm yar yar, dilêm siyaro... 


Malbat û cihwarê jiyana Birê

Birê an jî Îbrahîm Nûrozî di nava dengbêjên bakurê Rojhilatê Kurdistanê (herêmên Kurmancnişîn li Rojhilatê Kurdistanê) û di Serheda Bakurê Kurdistanê de mîna dengbêjekî Kurd, di nava gel de navekî naskirî ye. Birê di sala 1932’yan de di nava malbeteke cotyar, şoreşger û kurdpewer de li gundê Coniyê hat dinê. Coniyê li rojavayê bajarê Urmiyê û gundekî dîrokî ye û dikeve herêma Soma Biradost ku bi cihwarê her du qehremanên Kurd Simkoyê Şikak û Emîrxanê Lebzêrîn jî cihekî naskirî ye. Bapîr an jî kalikê Birê mêrxas û siwarçakekî Mihemed Axayê bavê Simko û Cewer Axayê Şikak bû.

Li ser xasiyet an jî taybetmendiyên jiyan û kesayetiya apê Birê di nava gelê herêma Urmiyê de gelek tişt hatine gotin û hê jî tên gotin.


Evîndarê doza Kurdistanê 

Birê di nava sirûşta rengîn û bedewa Somaya Biradost de li sala 1932’yan di gundê Coniyê, çavên xwe bi jiyana vê dinê vekirin. Ew hê ji çaxê zarokatiyê dema ku hêşta ji cewr û cefayên vê dinyayê tiştek fam nedikir, di nava elêleke reşpoş a bi navê Evdûyî de ku serokê xwe di rêya doza Kurdistanê de ji dest dabûn, çav û guhên xwe bi stranên xemgîn û tejî derd û elemên dengbêjên herêmê vekirin. Wî wefadarî û kednasî, mîna mîrasekê ji bav û kalên xwe standibû. Metanet, dilawerî, mêrxasî, camêrî û kurdperwerî tev di hemû jiyana Birê de ji wan sifetan bûn ku hurmeta wî di nava gel de bilindtir kiribûn.


Di çaxê desthilatdariya rijîma Mihemed Riza Pehlewî de, Birê yek ji wan dengbêjan bû ku demeke dirêj xebata xwe ya hunerî di radyo û televizyona Îranê de domand û bi zimanê Kurdî distirî. Lê mîna wî bixwe digot ji ber sansor û kontrolkirina her peyva ku ji zimanê wan derdiket, ti xweşî nedidîtin û di xebata xwe ya stran afirandinê de rihet nebûn. 

Birê evîndarê bedewî, huner û doza Kurdistanê ye. Di wê serdema ku ji exlaqê mirovahiyê dûr Kurd dihatin serkûtkirin, wî li ser doza welatê xwe stran afirandine. Birê bi dengê xwe yê xweş û tijî hisên evîndariyê ji Kurdistanê re wiha diqîre:

“De lê lê... Îran e xweş Îran e

Ji Çiyayê Gilîdaxê (Grîdaxê) heta Kirmaşanê Kurdistan e...”

Birê li ser vê stranê ji aliyê beşa parastina Îranê anku Sawakê ve hat girtin û piştî ku lêkolîneke têr û berfireh li ser vê stranê pêre çêkirin, ji wî xwestin ku careke din karekî wiha neke. Çimkî ger careke din karekî wiha bike, jiyana wî û malbata wî yê bikeve nav xeterê. Piştî vê reaksyona berpirsyarên dewleta Îranê, Birê jî êdî nexwest di etmosfêrekî tejî zulim û di bin çavdêriyê de karê xwe yê dengbêjiyê bidomîne. Di wan salan de Birê, Îran Xanim (Îran Mucerd), Ehmed Ehmedî, Eşed Herkî û gelek dengbêjên din bi hezaran stran di radyo û telefiziyona Urmiyê de tomar kirin ku arşîvek dewlemend a hunera Kurdî pêktînin.


Dengê zelulî û jiyana bindestiyê ye

Dengbêj Birê xwediyê dengekî bihêz, xemgîn û tejî soz û hestên dilşewatiyê ye. Kesê ku di warê huner de hinekî dengnas be, bi bihîstina dengê Birê zû pêdihese ku ev deng, dengê zelulî û jiyana bindestiyê ye. Dengê qêrîna miletekî mezlum e ku li ser erdê welatê xwe di bin darê zorê de neçar maye mîna xerîbekî jiyanê derbas bike. Birê xwediyê dengekî wisa ye ku guhê mirovan bi bihîstina wî, nerihet nabe. Dengê wî xema dilan vedirevîne û di nava bîr û hizrên mirovan de, kûrbûnekê pêk tîne. Dengê ku rihetiyê di nava riha mirovan de diafirîne û hunera Birê zêdetir li ba mirovan bihagirantir dike.

Ji aliyê din ve Birê di karê strînê de hunermendekî hosta ye. Ew dizane ku çawa qirika xwe bi kar bîne û lorîkan bilorîne. Ew bi hemû derfetên kêm ku ji bo tomarkirina stranên wî hebûye, stranên xwe pir baş getine. Di nava civatekê de rûniştiye û bêxeber ji mirovên derdora xwe, di nava derya hunera xwe de wenda bûye.

Birê gelek salên dûr û dirêj di radyoya Urmiyê da xebitî û pir stranên cemaeta Kurdan tomar kirin. Wî ew stran him bi orkêstraya muzîkê re gotine him jî bê muzîk û tenê bi awayê dengbêjiya dîwankî straye. Ji wan kasetên ku di radyoyê de gotine, tiştek di nava gel de belav nebûne û tenê carna di radyoyê da hatine belav kirin. Kasetên ku îro di destê me de ne tenê ew berhemin yên ku Birê li gund û dîwanên kilamhezên kurd de xwendine û di nava gel de belav bûne. Lê ji van berheman xêreke madî negehiştiye mamê Birê.


Fedakariyeke dîrokî

Piştî ku li sala 1979’an hemû gelên Îranê li dijî rijîma seltenetî serî hildan û zulma pehlewiyan bi dawî bû, piraniya axa Rojhilatê Kurdistanê jî demekê di destê hêzên Kurdan yên siyasî de bû. Birê jî weke şervanekî bi Tahirxanê kurê Simkoyê Şikak re bû. Ji sala 1979’an û pêde şerên giran di navbera hêzên Kurdistanî û pasdarên komara Îslamiya Îranê de berdewam bûn û Kurdistan bibû qada şerên giran li dijî hêzên rijîma îslamî. Lê ji ber yeknebûna hêzên Kurdistanî û hovitiyên ku pasdarên Xumêynî li gund û bajarên Kurdistanê pêk anîn, sala 1984’an Tahirxan û derdora wî piştî şerekî giran ku bi hêrişek seranserî ji aliyê hêzên pasdar û artêşa komara Îranê ve bo ser hemû herêmên Kurdistana azad dest pê kiribû, neçar bû birevin Bakurê Kurdistanê. Birê yê şervan û hunermend him mîna şiwirmend û him jî mîna şervanekî wefadar, yek ji wan kesan bû ku hertim li ba Tahirxan cih digirt û ticarî ji wî cuda nedibû.

Birê li dûrî cihê bav û kalên xwe jî, li ser dûriya welatê xwe stran çêkirin û di cîhana xiyalan de dost û hevalên xwe dibirin Urmiyê, Somayê û Coniyê. Herçend ji dengbêj Birê re jiyana dûrî Kurdistan û malbata wî derdekî giran bû, lê ji ber wefadariya ku ji bo malbata bi hurmeta Simkoyê Şikak hebû, ji Tahirxan dûr neket û li Stenbolê hertim li kêleka wî bû û nexwest ku bêyî Tahirxan vegere Rojhilatê Kurdistanê. 


Tahîrxan ji mirinê rizgar diki

Sala 1989’an dema ku Tahirxan li Stenbolê bû, hinek tirorîstên girêdayî rijîma komara Îslamî xwestin ku bi kiryareke tirorîstî Tahirxan bikujin, lê durist di çaxê wê kiryarê da, dema ku kesekî bi demancê xwest guleyan berde ser Tahirxan, Birê di nihayeta fedakariyê de, xwe avêt pêşTahirxan û jêre bû star û ew ji mirinê rizgar kir. Di vê bûyerê da Birê ji hêla zikê xwe ve bi giranî hat birîndarkirin, lê Tahirxan heta roja mirinê jî jiyana xwe ya piştî wê bûyera tirsnak bi fedakariya Birê ve girê dida. Li ser canbazî û fedakariyên wiha bênimune, pêwîst e roman û fîlm bên çêkirin. Mirov nikare di nivîseke wiha kurt da wesfa cangûriyên qehremanekî mîna Birê bike ku ji bo parastina jiyana heval û serok eşîreta xwe, heta ji canê xwe dibihure.


Şervanê doza Kurdistanê 

Wek mezinên eşîreta Evdûyî didin xuyakirin, Birê ji çaxê zarokatiyê xwediyê dengekî xweş û bihêz bû. Mîna ku apê Birê bi xwe jî dide xuyanîkirin, ew di bin bandora dengbêjekî Kurd yê bi navê Tahiroyê Hesenî, dest bi kar û hunera dengbêjiyê kiriye. Tahiroyê Hesenî ji Bakurê Kurdistanê bû ku di çaxê serhildana Simkoyê Şikak de bi mezinên eşîreta xwe Qadir û Ferzinde ku serokên êla Hesenî bûn, hatibû Rojhilatê Kurdistanê û li rex şervanên Kurd ji bo doza Kurdistanê şer dikirin. Tahiro dengbêjekî dengxweş û navdar bû ku Birê mîna xwendevanekî evîndarê stranên kurdî, li huzura wî hînî hunera dengbêjiyê dibû. Ew ji zarokatiyê bi hezeke bêdawî li dîwana dengbêjê nemir Tahiro, rûdinişt û bi evîneke bêdawî xwe hînî stranên cemaeta kurdan dikir. Naveroka stranên Tahiro bi piranî li ser şer û serhildanên bakurê Kurdistanê yên li dijî Împeratoriya Osmanî û komara Tirkiyê bûn û Birê jî heta sax bû mîna murîdekî wefadar, stranên Tahiroyê Hesenî digotin. Ji aliyekî din ve Birê wek parêzvanekî çanda Kurdan ya kevnar, stranên gelêrî an jî folklorî jî digotin ku di gerên xwe yên di nava bajar û gundên Kurdistanê de hîn bibû.


Berhemên wî wenda ne

Ji dawiya sala 1970’yî û pêde mamê Birê bi wan hestên xwe yên nazik, piraniya stranên ku digotin, bi xwe amade dikirin û distirî. Wek tê gotin Birê di wan salên ku karê dengbêjiyê dikir, heta 50 kasetan ji stranên cûr bi cûr tomar kirine ku mixabin ji xeynî çend kasetan, piraniya kasetên wî belav in û bi awayekî rêkûpêk nehatine komkirin û parastin. Hinek di arşîva radyoya Urmiyê û Kirmaşanê û hinek ji wan kasetan jî di nava gel û dilxwazên dengê Birê de belav in.

Xaleke din ku pêwîst e li ser dengbêjê nemir Birê bê gotin, ew e ku herçend malbata wan bi giştî dengbêj û hunerdost in, lê Birê him ji ber xatirê dengê xwe yê xweş û him jî ji ber kesayetiya xwe ya bilind, mêranî û duristkariyê di nava gel de mirovekî hezkirî û qedirbilind bû. Birê kurê Mistêyê Evduyî û ji tayfeya evduyiyên Pisax û bi giştî 4 bira bûn. Her wiha Birê zewicî ye û 6 kur û 2 keçên wî hene ku li bajarê Urmiyê û herêma Somayê dijîn.

Birê ku di hemû jiyana xwe de bi awayekî tijî êş û elem, jiyana xwe derbas dikir, di 16.02.2000’an de di temenê 68 saliyê de ji ber enfarktosa dil çû ber dilovaniya Xwedê.

Birê yê dengbêj û hunermend, Birêyê evîndarê doza Kurdistanê û Birê yê dilxwazê stran û lorîkên Kurdî bi oxira xwe ya bêwext, arşîvek ji huner û zaniyariyên bi kêr û bêr birin bin axa sar.

Mixabin ji ber zext û zora ku rejîma Îranê dabû ser bîr û rayên gel, min pir caran hewil da ku hevpeyvîneke dûr û dirêj bi mamê Birê re çêbikim, lê ew ji ber tehdîdên parastina dewletê, nediwêrîbû vê xwesteka me pêk bîne û îro û sibe taloq dikir.


‘Delaliyê’


Delalyê... Delalyê qurban Îran e,  ji dilê mira xweş Îran e, 

Ji kirê Gilîdaxê bigire 

hetanî Kirmanşanê Kurdistan e...


Mi dî wan eşîra kon 

û çît û perdê xwe wê lê vedane

Mi bala xwe dayê 

qolê zerî esmera li hev civyane

Çavê xwe digerînim nagerîn 

yeke mîna delalya dilêm

 ne navdan e.


Lê  wayê 

Mi nedîtin zortir bela ji wê belayê 

Aşiq feqîr be û meşuq,

 sahîb qudret û celal be li dunyayê.

Delalyê... 

Herê lê delalyê 

tu bejna xweva şebahetê dikî

 fesla biharê, tu pir delalî

Ez nizanim bêjim  tu gulî, 

yan sosinî, yan beybûn û yan alalî

Tu xwedê hebûna tu were 

gavekê kêleka min rûnê

Çoka xwe bide rex çoka min 

Mi devê xwe bikira 

xal û xetê gerdenê, 

bi eşqa ramûsana qîza vî kulmalî, 

Berê sibê ra ez bûme xortekî çarde salî.


Delalyê...

Herê lê delalyê 

Bejna te kulîlka zozanan, 

de rewşa eşîrê

Gula li ber deriya, 

gelî hevalno 

singê keleş gewra min spî ye

Mîna berfa ser kewiya,

Zer memikê xelka mina têlî delal 

mîna sêvê Artemêtê

Mirov bigre ji keyfa dilê xwe 

û temaşa ra dayne taxçê otax 

û tenebiya, 

Tobe kulmal çavê min 

li deriyê bavê te qerimî

Ez evdalê xwedê 

fenanî find û donê diheliyam.

De lê lê de lê lê...


KAKŞAR OREMAR