Ebdulîlah Sadûn ji zaroktiya xwe ve bûye aşiqê hunerê.  Yek ji damezrênerê Koma Botan e. Helbest, awaz, tembûr û stran karê wî ye. Sadun ji zarokatiya xwe ve ji xebatên çandî û hunerî hez dikir. Hertim di bin bandora stran, awaz û helbestan de bû. Di sala 1983’an de ew û hevalê xwe Mamed Temo hêza xwe ya hunerî xistin xizmeta gel û koma stranan a bi navê Koma Kobanê ava kirin. Di sala 1986’an de navê Koma Kobanê kirin Koma Botan. Ev nav jî vedigere Çiyayê Botanê yê li Bakurê Kurdistanê. Piştî demekê, kar û xebatên wan ên di warê hunerê de pêşde dikevin. Wê demê gelek endamên din jî beşdarî komê bûn. 


Berxwedanê bi helbestan vegot

Ebdulîlah Sadûn di sala 1985’an de dest bi nivîsandina helbestan û danîna awazên stranan kir. Yekemîn helbesta wî bi navê ‘Şev û roj qîrîn’ e. Helbest derbarê êş û azarên Kurdan de ye.

Sadûn bi xwe helbestan dinvîse, bi xwe awazan jê re datîne û stranan jî dibêje. Wî derbarê berxwedaniya efsaneyî ya Kobanê de 3 helbestên cuda cuda nivîsandin. Têde behsa lehengiya şervanên parastina rûmet û azadiyê dike û balê dikşîne ser hovîtiya dijminên mirovahiyê çeteyên DAIŞ’ê.

Sadûn  li rex helbestên şoreşgerî û netewî, helbestên evîndarî jî dinivîse. Yek ji helbestên wî yên evîndarî yên navdar bi navê ‘Bese Dîlber’ e.


ALJÎN HEMO / ANHA/KOBANÊ