Di roja 41. a “Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo” de, hêzên HPC bi awayekî aktîf cihê xwe di operasyonan de digire.
Jin, ciwan, extiyar bi sedan mirovên ji bajarên Kantona Cizîrê dan xuyakirin ku ew serbilind in li cem YPG/YPJ’ê cih digirin û ji bo parastina xaka xwe ew ê bi her awayî fedekariyê bikin.
Dayika 4 zarokan Nazdar Hesen a 46 salî jî diyar kir ku ew hêzê didin şervanên YPJ’ê û bang li hemû jinan kir ku cihê xwe li nava refên berxwedanê bigirin û destketiyên pêngavê biparêzin.