Li Eyn Îsa bi beşdariya 105 endamên Hêzên Parastina Civakî dewreyeke nû ya perwerdeyê dest pê kir.
Dewre dê 7 rojan wê dewam bike. Dê dersên bîrdozî, eskerî û sporê ji bo xurtkirina fizîkê werin dayîn. Her wiha şervanên QSD`ê perwerdeyê bidin endamên HPC`ê.
Hêzên Parastina Civakî li navçeya Eyn Îsa di 7'ê Sibata 2017'an hate avakirin. HPC parastina hemû komîte û rêveberiyên navçeyê û kampa Eyn Îsa dike.
ANHA / GIRÊ SPÎ
Berxwedana serdenê çete hêran
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê diyar kir ku di encama du çalakiyên li Efrînê de 6 çete hatine kuştin, 5 jî birîndar bûn. YPG`ê têkildarî çalakiyên dawî li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Li gorî daxuyaniyê encamên her du çalakiyan wiha ne:
- 16’ê Cotmehê yekîneyên me, kombûneke çeteyên koma Firqet Hemze ya li gundê Kêmarê yê navçeye Şêrawa hedef girt. Di encamê de şerekî demkurt çêbû û 4 çete hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn. Ji çeteyên ku hatin kuştin navê 3`yan hate eşkerekirin: Ebdullah Marî, Mihemmed Silêman, Ebû Yaqûb Hemze.
- 17’ê Cotmehê, hêzên me li gundê Kefr Nebo yê navçeya Şêrawa li dijî maşîneke eskerî ya koma Feylaq Şam çalakiyek kir. Di encamê de erebe hate teqandin û 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN