Gerîlayên HPG/YJA STAR’ê li Agirî û Colemergê 12 leşker kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk û çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî da. HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk 14’ê Adarê berê sibehê bi ser qada Gilîdaxê ya Bazidê ya Agirî operasyonek daye destpêkirin û wiha hate gotin, ‘’Ev operasyon hate berfirehkirin û gundên Qulê, Inegê, Mişka, Xalhesen û qada Kirê Halacê jî vehewandiye. Artêşa TC’ê bi helîkoptêrên Skorsky leşker danîne qadên Kirê Inegê û Kirê Demîrkapî. Li dijî hêzên operasyonê ku saet 17.00’an vekişiyan Gerîlayên me çalakiyeke kemînê pêk anîn. Ji leşkerên ku derb xwarin 8 jê hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Ev çalakî ji komkujiya li Xirabê Bava û ji bo bîranîna Gerîlayê me ye ku li Xerzanê şehîd bûbû çalakiya tolhildanê ye.’’

Li Çele û Geverê çalakî

HPG di daxuyaniyê de cih da van agahiyan: “14’ê Adarê saet di navbera 15.00-18.30’an de artêşa TC’ê bi desteka du helîkoptêrên bi tîpa Kobra, bi Skorskyan leşker danîne girê Hawanê yê navçeya Çelê yê Colemergê. Dema ku leşker dihatin danîn hêzên me çalakiyeke sabotajê li dar xistin û wê kêliyê yek leşker hate kuştin. Heman demê li dijî leşkerên ku li gir lêgerîn dikirin jî çalakiyeke sabotajê hate kirin û li vir jî leşkerek hate kuştin.

13’ê Adarê saet 17.00’an hêzên me bi ser leşkeran de ku li girê Elîşêr ê Geverê ya Colemergê bi cih bûbûn çalakiyeke sekvanî pêk anîne û di encamê de 2 leşker hatine kuştin.

2 gerîlayan jiyana xwe ji dest da

10’ê Adarê li dijî hewldana operasyonê  ya ji hêla yekîneyên sînor ên artêşa Tirk û çete û kontrayan ve ku dixwestin bi ser qadên Heftanînê ya Qadên Parastina Medyayê de pêk bînin, bersiv hatiye dayin û di vî şerî de hatibû ragihandin ku têkiliya me bi 2 Gerîlayên me re qut bûye. 2 Gerîlayên me yên ku têkiliya me bi wan re qût bûbû şehîd bûne.

Agahiyên sicîlê yên hevalên me yên ku şehîd bûne wiha ne;

Kerem Dayan ê bi nasnav: Gelhat Gabar ji Sêrtê û  Abdulmenaf Gezer, Nasnav: Mazlum Zerdeşt ji Amedê ye û di 10’ê Adarê de jiyana xwe ji dest dane. 


 ANF / BEHDÎNAN