
Navendê li ser çalakiyên gerîla û şer daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
COLEMÊRG
“Roja 9’ê Mijdarê saet di 15:45’an de, hêzên bi hawanan li leşkerên li ser girê Elîşêr ê li herêma Oremarê ya li navçeya Geverê dan. Hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn, zelal nebû.
9’ê Mijdarê saet di 14:00 de, hêzên me li dijî yekîneyeke leşkerî ya artêşa Tirk a li dora girê Şehîd Zekî yê navçeya Çelê ya Colemêrgê digeriya, çalakiyek pêk anîn. Bi çekên giran û ferdî derb li leşkeran hat xistin û 7 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
WAN
Ev demeke, li gundê Kanîspiyê yê navçeya Elbak a Wanê, yekîneyên kontra zextê li gundiyan dikin ku li dijî gerîla rahêjin çekê. Li dijî van kontrayên ku zextên xwe zêde kirin û destê wan di şehadeta hevalê me Şiyar Rojhilat de hebû, hêzên me roja 9’ê Mijdarê saet di 15:30 de çalakiyek pêk anîn. Di encamê de 4 kontra hatin kuştin, 1 jî birîndar bû. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalê me Şiyar hatiye lidarxistin.
ÇEWLIK
Komek ji kontrayan, roja 8’ê Mijdarê saet di 09:00 de êrîşî gundiyên Mistan ê ser bi navçeya Dara Hênê ya Çewlikê kir. Hêzên me li dijî van kontrayên êrîşî gel kirin, çalakiyek pêk anîn û kontrayê bi navê Mehmet di vê çalakiyê de hat kuştin. Hêzên me roja 8’ê Mijdarê, şexsekî bin navê Bîtlîslî Salîh Guven ku karê sîxurî û fûhûşê dikir, ceza kirin.
ŞIRNEX
Artêşa Tirk a li qada Besta ya Şirnexê derket operasyonê, beşek ji hêzên xwe yên artêşê vekişand. Operasyon niha li qadên Akirî, Zorava, Besta Biluzer û Besta Hincê dewam dike.
10’ê Mijdarê saet di 09:00 de, hêzên me li qada Besta Hincê li komek ji van leşkeran dan û di encamê de leşkerek hat kuştin.”
NAVENDA NÛÇEYAN