Li Şemzînanê gerîlayên HPG ku ji 23´ê Tîrmehê ve serdestiya xwe didomînin li ser hev çalakiyan dikin. Gerîlayan pêr bi şev li navenda bajêr di heman demê de çalakî lidarxistin. Li navenda bajêr û li nav taxan şerên dijwar rû dan. Gerîlayan li avahiyên Qeymaqamiyê, Qeraqola Polîsan, Tugaya Şemzînanê, Alaya Garê, Fermandariya Alaya Şemzînanê û cihên ku ewlekariya van deran digirtin û gelek avahiyên dewlet û eskeriyê xistin. Ev çalakî di dema ku Fermandarê Artêşa Tirk yê Bêjahî li Colemêrgê bû pêk hat. Navenda Ragihandin û çapameniyê ya HPG (HPG-BÎM)der barê şer û çalakiyên dawî yên li Şemzînan û herêmên din de daxuyanî da. HPG da û diyar kir ku di van çalakiyan de 28 esker hatine kuştin û 2 gerîlla jî jiyana xwe ji dest dane.
HPG di daxuyaniyê de diyar kir ku li herêma Gever û Şemzînan a Colemergê serdestiya gerîlayan dewam dike got; “Di çarçoveya tevgera şoreşgerî ya gerîlayên me di 23'ê Tebaxê de li navenda Şemzînanê dabû destpêkirin li dijî hin qereqolên li derdora navenda navçeya Şemzînanê çalakî hatine lidarxistin.”

Ji 3 milan çalakî
HPG diyar kir ku li navenda Şemzînanê gerîllayan di 23´ê Tebaxê saet di 20.30´an de ji sê milan çalakî lidarxistine û der barê çalakiyan de ev agahî dan.
- Di 23'ê Tebaxê de di saet 20.30'an de li navçeya Şemzînanê gerîlayên me yê çalakî li dar xistine, baskê yekemîn li dijî qeymeqamtî, lojmanên polîsên tevgera taybet û baregehên ewlekariya van avahiyan dike çalakî lidarxistine, di encama vê çalakiyê de 3 çeper hatine rûxandin 9 tîmên taybet jî hatiye kuştin.
- Baskê duyemîn ê gerîlayan jî li dijî Alaya Şemzînanê, Girê ewlekariya Alayê digirin çalakî lidarxisitine. Di encama vê çalakiyê de çepera topa hawanê hatiye rûxandin 6 leşker jî hatiye kuştin. Di vê çalakiyê de him li alayê him jî li giran şewat derketiye.”
- Yekîneya gerîlayên me ya siyemîn jî li dijî cihê polîsan a ewlekariya rê digirtin çalakî li dar xistine. Di vê çalakiyê de wesayiteke zirxî ya akrep hatiye rûxandin, 6 leşker jî ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin. 
- Yekîneyeke me ya din jî li nêzî Gundê Şapatayê li ser riya Gever û Şemzînanê rê û nasname kontrol kirine. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî Girê Gumokê, Gundên Çele û Karê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”

2 gerîlayan jiyana xwe ji dest da

HPG-BÎM, diyar kir ku hêjmara wendahiyên gerîlayan ku di çapameniya Tirk de hatine dayîn ne rast û diyarkir ku di çalakiya li navenda Şemzînanê de 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest daye. Li gorî daxuyaniya HPG, nasnameya gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane weha ne: " Murat Çapa, bi nasnav Cemşîd Amed; li navçeya Amed Çinarê hatiye dine. Fîrûz Brukîmadlu, bi nasnav Akîf Avrîn, li bajarê Xoy yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dine."
HPG diyar kir ku her weha li dijî Alaya Garê, girê Gumokê yê navenda Şemzînanê, Tugaya Şemzînan û Alaya Şemzînanê jî çalakî hatine lidarxistin û ev agahî hatin dayîn:

Li Qileban, Mazgîr û Hezexê çalakî
HPG her weha diyar kir ku di 23'ê Tebaxê de jî di saet 09.00'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li nêzî Girê Çetan li dijî helîkoptereke skorsky a artêşa tirk li herêmê derketibû operasyonê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de helîkopter neçar maye paş de vekişiyaye. Di 23'ê Tebaxê de jî  li navçeya Mazgira Dersimê li nêzî Gundê Mîxonde di navbera gerîlayên  û leşkerên artêşa dagirker a tirk de şer qewimiye. HPG anî ziman ku hêjmara kuştî û birîndarê eskeran nehatiye zelalkirin û operasyona li herêmê dewam dike.
Dîsa li gorî daxuyaniyê di 22'ê Tebaxê de jî li navçeya Hezexa Mêrdînê jî li dijî qereqola Kîwaxê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin, 2 leşker jî birîndar bûye. 

Ji YJA Star’ê 5 çalakî

Navenda Çapemeniya YJA Starê ragihand ku gerîlayên wan li Şemzînanê li dijî 5 qereqolan çalakiyên hemwext li dar xistine û di encamê de herî kêm 7 leşker hatin kuştin.
Di daxuyaniya Navenda Çapemeniya YJA-Star de hat gotin; “Gerîlayên me yê YJA-Star di 23’ê Tebaxê de di saet 15.00’an de li dijî qereqolên Rûbarok, Girana, du qereqolên nû tên avakirin û baregeheke leşkerî ya ewlekariya wan digire yên bi ser navçeya Şemzînana Colemergê ye çalakiyên hemwext li dar xistine”
Navenda  Çapemeniya YJA-Starê  der barê çalakiyên gerîlayên jin de ev agahî dab; “Di encama van çalakiyan de çepereke çeka A4 û çeka MG3 jî di nav de 2 çeper hatine rûxandin.Yek jê astsubay 7 leşkerê dijmin hatiye kuştin 3 jê giran bi giştî 9 leşker jî birîndar bûne. Artêşa tirk ên kuştî û birîndarê xwe rakirine navenda Geverê piştre Girê Xwedê, Dola Zeytê û derdora cihên çalakiyan bi hewan, obus, helîkopterên kobrayan û bi balefirên şer bi dijwarî bombebaran kiriye û di heman demê de şewata daristanan a li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.“

ANF/BEHDÎNAN