Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Di 7’ê kanûnê de li Şirnex li dijî Çiyayê Cûdî ji aliyê artêşa dagierker a Tirk bi tevlibûna 5000 leşkeran operasyonek hatiye lidarxistin. Nûçeyên di derbarê opersayonê de di çapemeniya Tirkan de derbas dibin derew in. Di derbarê opersayonê de agahiyên berfireh wê pişt re ji raya giştî re were ragihandin.”
HPG’ê têkildarê operasyonên li navçeya Licê ya Amedê jî got; “Di 7’ê Mijdarê de li navçeya Lîcê li dijî Girê Tapan, Gundê Çemê Elîk û derdora wê ku bi ser herêma Apê Mûsaye ji aliyê artêşa dagirker a Tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Artêşa dagirker a Tirk bi helîkopterên kobra û tankan li dijî herêma Paşê Çiya bombebarankiriye, pişt re jî zirar daye rez û zeviyên gundiyan. Operasyona li herêmê di heman rojê bê encam paş de vekişiyaye.”

Êrîşên hewayî 
HGP’ê der barê êrişên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin lidarxistin de jî wiha got di 7’ê kanûnê de herêmên Xakûrkê, Zagros, Garê, Metîna û Zap ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hatine bombebarankirin. Daxuyaniya Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ya der barê êrişên hewayî yên di 7’ê berfanbarê de pêk hatin wiha ye:
XAKÛRKÊ: Di 7’ê Berfanbarê de li dijî Gundê Faxir a bi ser Xakurkê ye ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi balafirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
ZAGROS: Di 7’ê Berfanbarê de li dijî herêma Mamreşo û Gundê Diryê ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi balafirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
METÎNA: Di 7’ê berfanbarê de li dijî Dola Quruma û Gundê Dêrginê yê bi ser Metîna ye ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
GARÊ: Di 7’ê Berfanbarê de li dijî Deşta Kafya, Geliyê Ava Xazir û derdora gundê Çemşerîdê ku bi ser Garê ye ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

ZAP: Di 7’ê Berfanbarê de li dijî Dola Şîvê, Çiyayê Reş, Gundên Şîvê, Êlê, Sernê, Karê, Balûka û Zêwê, Geliyê Ava Zapê û Pira Balûka ya bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di 6 û 7’ê kanûnê de him bi şev, him bi roj li dijî Çiyayê Reş, Girên Şehîd Marya û Kovî, Gundê Ditaza, Sarkê û Spîndarê ku bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.

ANF/BEHDÎNAN




Li Çewlîkê operasyona leşkerî


Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîkê operasyona leşkerî hate lidarxistin. Hate îdîakirin ku di operasyonê de endamekî HPG’ê jiyana xwe ji dest daye. Li herêma çoltara navçeya Kanîreşê ya Çewlîkê operasyona leşkerî hate lidarxistin. Di operasyonê de hate diyarkirin ku endamekî HPG’ê jiyana xwe ji dest daye. Li gorî agahiyên herêmî hate zanîn ku li herêma Suduragi û Hacilarê oprasyan hate lidarxistin û di operasyonê de HPG’îyekê/î jiyana xwe ji dest daye.