Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li herêma Çarçelayê çalakiyeke berfireh li dijî artêşa Tirk hatiye lidarxistin û herî kêm 15 esker hatine kuştin. Li Bradostê jî eskerek hat kuştin, 4´ên din jî hatin birîndarkirin.

HPG’ê li ser çalakiya gerîla ya 27’ê Tebaxê ya li bejahiya Geverê daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG´ê got, “Roja 27’ê Tebaxê saet 15:10’an, hêzên me li dijî hêzên dagirker ên li ser girê Meclîsê yê li herêma Çarçelaya navçeya Gever a Colemêrgê, çalakiyek kir. Di çalakiyê de ji 2 baskan ve li dijminê li ser gir hate xistin û 3 çeper û stargehek bi temamî hatin rûxandin. Hêzên me bi rengekî fedayî xwe gihandin ser gir û di çalakiyê de 15 esker hatin kuştin, gelek esker jî birîndar bûn. Hevalê me Mûsa Rojdî ku bi rengekî fedayî bi ser çeperên dijmin ve çû, bi lehengî şer kir û şehîd bû.”

HPG´ê da zanîn ku gerîlayê di vê çalakiyê de şehîd bûye, Mûsa Rojdî (Bedrî Bozkurt) ye ku li Şirnexê ji dayik bûye.

Bradost nabe warê dagirkeran

Li ser çalakiyeke 28´ê Tebaxê li Başûrê Kurdistanê jî HPG´ê ev agahî dan: “Hêzên me 28’ê Tebaxê saet 7’an, li herêma Bradostê ya Sîdekanê ku li nava Başûrê Kurdistanê ye, li dijî hêzên dagirker ên li ser girê Lêlikanê çalakiyek kir. Bi çar baskan li girê dijmin li ser bû hate reşandin û di encamê de 5 çeper hatin rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin, eskerek hate kuştin û yek jê fermandarê li ser gir, 4 esker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bombe li derdora gundên Lêlikan û Bênesenanê barandin. Ji ber bomberdûmanê hin heywanên gundiyan telef bûn.”

HPG´ê wekî din li ser çalakiya gerîlayan a 10´ê Tîrmehê ya li navçeya Amedê Licê jî got, “10’ê Tîrmehê hêzên me li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker a li ser girê Tîm ê navçeya Licê çalakiyek li dar xist. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara eskerên di çalakiyê de kuştî û birîndarkirî, nehate zelalkirin.” n ANF/BEHDÎNAN