Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, encamên çalakiyên gerîlayan ên  12’ê Hezîranê yên li navçeya Şemzînan a Colemêrgê yên li dijî leşkerên artêşa Tirk lidar xistine eşkere kir. 

 HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, di çalakiyên hatî lidarxistin de herî kêm 20 leşker hatine kuştin. Her wiha HPG’ê ragihand Li Şirnex, Çewlig û Erzînganê gerîlayan çalakî li dar xistine.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di çalakiya gerîlayên YJA Star a li Çelê lidar xistî de jî 3 leşker hatine kuştin.

HPG’ê di daxuyaniya xwe ya li ser malpera fermî belavkirî, encamên çalakiya Çelê û Şemzînanê eşkere kirin. Li gorî daxuyaniyê di 12’ê Hezîranê de ji 3 aliyan ve yekîneyên HPG’ê li Şemzînanê çalakiyek li ser Girê Şikêrê Spî ya ku girê ewlehiyê yê Alaya Garê ye lidar xistine. Di vê êrîşê de hêzên HPG’yî li kozikên gir dane û gelek kozik îmha kirine ku di encama vê lêxistinê de gelek leşkeran dev ji kozikên xwe berdane. Di çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 20 leşker hatine kuştin. 

Cebilxane rakirin

HPG’ê da zanîn ku hêzên wan piştî leşker ji sengerên xwe revîne çûne ser sengeran û hêzên HPG’ê BKC û zincîra wê, Kanasek û dûrbîna wê, HK-33’yek, hawaneke 60 mm, dûrbîneke termal û a şevê desteser kirine. Hêzên me gelek çek û cebilxaneyên li gir jî îmha kirine.

Her wiha hat diyarkirin ku hêzên wan bi awayekî hemwext bi çekên giran li Girê Konserve (Tatasêlê) jî dane. 

Li Çelê jî YJA STAR êrîş kir

HPG’ê ragihand ku di çarçoceya heman pêngava şoreşgerî de hêzên YJA-Starê di 12’ê Hezîranê  de li hemberî girê Koordîneyê yê Çelê ya bi ser Colemêrgê çalakiyek lidar xistiye. Bi qasî ku hatiye zelalkirin di çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li derdora qada çalakiyê daye. n 

Li Şirnex, Çewlik û Erzînganê çalakî

HPG’ê diyar kir ku yekîneyên wan li bajarên Şirnex, Çewlik û Erzînganê jî çalakî li dar xistine.

Hat ragihandin ku i hemberî Qereqola Serbend a Qilabanê ya bi ser Şirnexê çalakiyeke sûîkastê lidar xistine û leşkerek hatiye kuştin.

Her wiha HPG’ê di derbarê çalakiyên Çewlikê de jî diyar kir ku 5 leşker hatine kuştin û 4 jî bi birîndarî ji derbên HPG’ê filitîne. Dîsa li Erzînganê jî bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatine kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. 


 ANF/BEHDÎNAN