HPG’ê li Qers û Şirnexê derbên giran li artêşa Tirk dixe ku li gor çapemeniya Tirk 4 leşker hatine kuştin.

Li gorî çavkaniyên Tirk, li herêma Madûr a navçeya Qaxizman a Qersê, di dema derbasbûna Tîmên Taybet ên Jendermeyan de teqînekê rû da. Li gorî agahiyên destpêkê 2 jenderme mirin.

Li bejahiya bajarokê Sêgirkê yê Şirnexê jî, di encama teqînekê de 2 leşkerên Tîmên Taybet ên Jendermeyan ên derketin operasyonê mirin. HPG’ê hîn li ser mijarê daxuyanî nedaye.

Ji bo cihên cuda HPG’ê daxuyand

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî operasyon û çalakiyan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Her wiha di vê daxuyaniyê de li ser êrîşa li Şengalê jî agahî da.

Di daxuyaniya ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ve hate dayîn de, ev agahî hatin parvekirin.

Li Agirî vekişiyan

21’ê Nîsanê artêşa Tirk li devera Kirê Çiftlik û Kirê Elê yê li herêma Glîdag a girêdayî navçeya Bazîd a Agiriyê dest bi operasyonekê kirine. Operasyona 23’ê Nîsanê bê ku ti encamekê bigire paşve vekişiyaye.

Bi çekên giran li Geverê bersiv dan

24’ê Nîsanê saet di navbera 10:30-10:50’an de hêzê me li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li Girê Elîşêr, Şehîd Karker, Şehîd Zerdeş û Sîvriyê yên li ser sînorê navçeya Gevar a Colmêrgê bi cih bibûn, çalakiyek bi çekên giran lidar xistine. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîndaran nehatiye zelalkirin.

24’ê Nîsanê saet di navbera 17:30-17:40’an de balafirên şer ên artêşa Tirk Girê Ortê yê girêdayî Herêma Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.

Êrîşa li dijî Şengalê

Artêşa Tirk a ku ji bo li Kurdistanê dagirkeriya xwe meşrû bike, 25’ê Nîsanê saet di navbera 02:00-04:00’an de li dijî Çiyayê Şengalê êrîşk pêk aniye. Di êrîşa ku gelek nuqte kirin hedef de, ti ziyan negihiştine hevalên me, welatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest daye.


 NAVENDA NÛÇEYAN