Di daxuyaniyê de hat gotin ku di çalakiya li Geverê de ji aliyê gerîlayan ve hat lidarxistin de 2 leşker hatin kuştin û li Hatayê ocaxek a kirêcê ji aliyê gerîlayan ve hatiye şewitandin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 16'ê tîrmehê de li navçeya Gevera Colemergê li taxa Esendereyê li dijî yekîneyeke tîmên taybet ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û wiha got: “Di encama vê çalakiyê de 2 çawişên pispor hatiye kuştin, wesayît a wan jî hatiye rûxandin.” HPG'ê di daxuyaniyê de wiha behsa çalakiya xwe kir: “Di 16'ê tîrmehê de li navçeya Îskenderûna Hatayê li nêzî gundê Akarcayê ocaxeke kîrecê ya girêdayî Febrîqeya Hesin-Pola ya Îskenderûnê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 dozer ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şewitandin û rûxandin.”
HPG'ê di berdewama daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Di 16'ê tîrmehê de li navçeya Elbaka Wanê li derdora gundê Xalkavanê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de wesayîteke zirxî hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê dijmin kuştî û birîndarê xwe yê ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin bi helîkoperên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.” Di axuyaniyê de hat gotin ku di 17'ê tîrmehê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gundên Heftenîn û Kato Sûlê yên bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa Tirk bi hewan û obusan hatiye bombebarankirin.

ANF/BEHDÎNAN