Li qada Kirê Kor ê Îdirê droneyek ji aliyê gerîlayan ve hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrişên artêşa Tirk de daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyê;

“20’ê Mijdarê li qada Kirê Kor a Îdirê hêzên gerîla droneke keşfê xistin xwarê.

Heman rojê, balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada Dola Botê ya Qendîlê, Gelîyê Goşînê û Çil û Çar a Xakurkê bomberdûman kirin.

Di êrîşa hewayî ya li ser Xakurkê de 4 hevalên me şehîd bûn. Nasnameya hevalên me yên şehîd wê piştre werin eşkerekirin.”

 

ANF/BEHDÎNAN