Di çalakiya gerîlayên HPG’ê yê de li Şirnexê eskerekî Tirk ê dagirker hat kuştin û li Çewlîgê jî kontrayekî artêşa dagirker hat cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê destnîşan kir ku li girê Şerefiyê yê Şirnexê di çalakiya sekvaniyê de eskerek hatiye kuştin. HPG’ê da xuyakirin ku li gundekî girêdayî Sancak a Çewlîgê jî kontrayê bi navê Ahmed Nebî hatiye cezakirin.
HPG’ê got, 7’ê Tebaxê danê sibehî li Şirnexê, li girê Şerefiyê bi çalakiyeke sekvaniyê eskerekî dagirker hatiye kuştin.
Ji bo çalakiya sabotajê ya 28’ê Tîrmehê bi şev a li Şirnexê, nêzî gundê Deywanê jî HPG´ê got, xeta rageşiya zêde ya bendava Ilisûyê hatiye
HPG´ê wekî din da zanîn ku 5’ê Tebaxê saet 20.30’an li Çewlîgê, li nêzî gundê Melkan ê bajarokê Sancakê, kontrayekî bi navê Ahmet Nebî ji hêla gerîlayan ve hatiye cezakirin. Gerîlayan dest danî ser dermanceya li ser vî kontrayî.
HPG´ê wekî din got, li derdora gundê Darlitepe ya Çewlîgê bi desteke balafirên keşfê yên bêmirov li deverê operasyon daye destpêkirin û 6’ê Tebaxê berê sibehê jî di navbera yekîneyên veşartî yîn artêşa dagirker û gerîlayan de jî şer qewimiye. HPG´ê da zanîn ku ew ê paşê agahiyên berfireh derbarê vî şerî de parve bike.
ANF/BEHDÎNAN