HPG da xuyakirin ku li Qaqizmanê gerîllayan jiyana xwe ji dest nedaye û 2 cenazeyê ku dewleta Tirk eşkere kirine ne ye gerîllayan e. HPG anî ziman ku ev cenaze dibe ku yê kontrayan bin.  Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê der barê çalakiya ku di 12 Nîsanê de di navbera Erzirom û navçeya Qersê Qaxizmanê li herêma Degirmendere ji aliyê gerîllayan ve hatiye lidarxistin, daxuyanî da. HPG´ê di daxuyaniyê de diyarkir ku di çalakiyê de gerîllayan darbe li helîkopterê xistine. HPG her weha diyar kir ku di 13´ê Nîsanê de jî çalakî lidarxistine û yekîneyeke kontra ya ji 6 kesan pêk dihat hatiye tunekirin. Li gorî daxuyaniyê baskê duyemîn jî çalakiyek lidarxistiye, lê hêjmara kuştî û birîndarên di vê çalakiyê de nehatiye zelalkirin.

Di çalakiyê de gerîllayan wendahî nedan
HPG’ê ragihand ku, di heman rojê de li dijî herêmên Degirmendere, Madûr û Kula ji aliyê helîkopterên kobrayan ve hatiye bombekirin û li navserên Demîrkapi jî di navbera gerîlla û leşkeran de şer qewimiye. HPG´ê da zanîn ku gerîllayên tevlî çalakiyê bûne beyî ku wendahiyan bidin vegeriyane baregehên xwe. HPG´ê da zanîn ku piştî operasyonê li herêmê yekîneyên veşartî ji bo kêmînan hatine bicîhkirin.
Di daxuyaniya HPG’ê de hate ragihandin ku di 15'ê Nîsanê de jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Girên Evdilkofî û Sîro, Gundên Kezvava, Şêrik, Bênavok, Ermûş û Bermîzê yên bi ser Xakurkê bi hewan û obusan êrîş pêk hatiye. Li gorî daxuyaniyê, di heman rojê de li dijî herêma Mamreşo, Neqeba Lanetê, Quntarê Girê Qertel, Gundê Delîl û derdora Avaşîn-Avabasya yên bi ser Zagrosê bi top û hewanan êrîş pêk hatiye û li navçeya Colemergê Geverê jî girên Şehîd Şiyar û Şehîd Gafûr ji aliyê helîkopteran ve hatiye bombekirin.
HPG diyar kir ku di 16 Nîsanê de jî, danê sibê heta danê nîvro li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Şikefta Birîndara, Çiyayê Reş, Kurê Jaro, Girê Karker, Gundê Kokelê, Girê Şehîd Harûn, Girê Xeregol û Gundê Bezelê yên bi ser Zapê, bi hewan û obûsan êrîş pêk hatiye.

Li Mêrdînê operasyon

HPG’ê di daxuyaniyê de da zanîn ku di 10'ê Nîsanê de li navçeya Mêrdîn Nisêbînê li dijî herêmên Hebabê, Erbo, Hêlînê, Lêrîk û Baminê yên bi ser Bagokê bi yekîneyên veşartî operasyonek bi rengê kemîn û keşfê hatiye lidarxistin. Di 12'ê Nîsanê de jî li dijî Erbanê, Şehîd Serxwebûn, Dêrkurê, Tirşê, Kela Hetma û Xirbê Cennetê yên bi ser Bagokê bi rengê lêgerîn û serdegirtinan operasyonek hatiye destpêkirin û operasyon di heman rojê de bi dawî bûye.

ANF/BEHDÎNAN




Cenazeyê 2 gerîlla birin Enqere


Cenazeyên 2 gerîllayên HPG'ê ku di operasyona piştî teqîna 9'ê Nîsanê ya li gundê Çîgdemli yê Amasyayê hate destpêkirin jiyana xwe ji dest dan, birin Saziya Tipa Edlî ya Enqere.
Di 9´ê Nîsanê de li Amasyayê teqînek pêk hatibû û 2 esker hatibûn kuştin. Piştî teqînê li herêmê operasyon hate destpêkirin, gerîllayê HPG'ê Mahîr Koç (Celal) û gerîllayekî din yê HPG´ê ku navê wî nehate zanîn jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên gerîllayên HPG'ê ji bo otopsiyê doh birin Saziya Tipê ya Edlî ya Enqere. Malbata Mahîr Koç, tevî Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan û Serokê Rêxistina BDP'ê Ahmet Aday ji bo cenaze bigire çû Saziya Tipa Edlî ya Enqere. Çav li rê ye ku malbatê piştî otopsiyê cenaze bigire. Hat diyarkirin ku eger malbata gerîllayê HPG'ê yê navê wî nehate zanîn neyê , wê cenazeyî wî careke din bişînin Amasyayê.

ENQERE