Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê şer û pevçûnên li Bakûrê Kurdistanê û kontrola gerîlayan a ku her roja diçe berfirehtir dibe de daxuyaniyek nivîskî da.
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê kontrola gerîlayan a li ser navçeyên Colemêrgê de ev agahî da: “ Di 6'ê îlonê de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî karwaneke leşkerî ya ji wesayitên 4 kîrpî, 2 akrep û jemmerekê pêk dihat û ber bi qereqola Radiolînkê ve diçû li nêzî Pira Şapatayê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayita kîrpî ya 12 leşker tê de bû ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin ê di vê çalakiyê de ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Dijmin piştî çalakiyê demeke riyê li çûn û hatinê digire, bi vî awayî kuştû û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye. Gerîlayên me yê kontolên rê yên asayî berdewam dike, di 6'ê Îlonê de li navçeya Şemzînana Colemergê û di navbera herêma Gerdiya de rê kontrok kiriye. Gerîlayê me herweha di derbarê pêvajoyê de gel agahdar kiriye.

Bombebaran berdewam dikin

Ji 6'ê Îlonê heta 7'ê îlonê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Sîdekayê li dijî Neqeba Şêxzade û tevahiya Xinêrê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di 7'ê Îlonê de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Çiyayê Gomanê û Şikêrê Spî ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama vê bombebaranê de rez û zeviyên gundiyan zirar dîtiye. Di 7'ê Îlonê de li dijî herêma Mergê ya bi ser Çarçelayêye ji aliyê Artêşa Tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
HPG’ê  di daxuyaniyê de diyar kir ku di çalakiya gerîlayan a li navçeya Qaqizmana Qersê de 4 leşker hatin kuştin û got; “Di 2'ê Îlonê de li navçeya Kaxizmana Qersê li dijî herêmên Penavûs û Kizilkilise ya bi ser Çemçê ne ji aliyê artêşa dagirker a Tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Gerîlayên me yê leşkerên derketine operasyonê şopandine di 6'ê Îlonê de ji aliyê gerîlayên me ve du çalakî hatine lidarxistin. Di saet 15.30'an de li zinarên Horoz çalakiya yekemîn hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin. Di heman rojê di saet 18.00'an de li herêma Pevanûsê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke din hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê jî 2 leşker hatine kuştin. Operasyona dijmin a li herêmê bi rengê kemîn û keşfê ya ji aliyê yekîneyên veşartî tê meşandin berdewam dike.”

Li Agiriyê çalakî
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Di 6'ê Îlonê de di saet 21.00'an de li naveda Agiriyê li dijî şîrketeke li Herêma Kavaxayê xebatên riyên leşkerî dimeşîne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 kepçeyên şîrketa Farûk Înşaatê bi şewitandinê hatiye rûxandin.” 

Ji YJA-Starê çalakî
Artêşa Jinan YJA-Star ragihand ku, di êrîşek ya li dijî Girê Gomakê yê ser bi navçeya Şemzînan Colemêrgê de 2 leşker hatine kuştin. Daxuyaniya ku Navenda Çapemeniya YJA-Starê dayî got; “Di roja 5’ê Îlonê de gerîlayên me yên YJA Starê li dijî Girê Gomak yê ser bi navçeya Şemzînan Colemêrgê ve çalakiyek li darxistine.” YJA-Starê diyar kir ku, di encama çalakiyê de 2 leşker ji aliyê gerîlayên ve hatine kuştin û wiha ragihand, “Di hemwext li dijî Tûgaya Şemzînanê çalakiyek cûda hatiye li darxistin. Di encama çalakiyê de di hinek avahiyên tûgayê de agir derketiye, hêjmara mirî û birîndarên dijmin ji aliyê me ve nehatine zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC ya dagirker herêma çalakiyê û derdorê wê bi hewan û obîsan topbaran kiriye.” 

ANF/BEHDÎNAN