Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya dayî de aşkera kir ku, “di 21'ê Avrêlê de di demjimêr 07.00'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî leşkerên artêşa dagirker ya Tirk yên dixwestin Girê Çetan bigirin ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 4 leşker ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.”
Her wiha HPG’ê ragihand ku, di heman rojê de ji danê serê sibê heta 22'ê Avrêlê danê nîvro li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundên Zawîtê û Alaniş, Geliyê Konferansê û Deriyê Dawetiya yên bi ser Heftenînêne ji aliyê artêşa dagirker ya Tirk ve bi hewan û obusan hatiye bombebaran kirin.
ANF/BEHDÎNAN
Cenaze wergirtin
Malbatên gerîlayên HPG'ê Abdurrahman Bozan (Karansungur Pîr) û Perver Bîlmez ( Şiyar Zîlan) yên di pevçûna li gundên Hebîz û Kurîk yên herêma Omeriyan ya Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên xwe ji Meletiyê girtin. Cenazeyê gerîla Abdurrahman Bozan (Karansungur Pîr) birin Semsûrê, cenazeyê gerîla Perver Bîlmez ( Şiyar Zîlan) jî birin Amedê.
Malbatên gerîlayên HPG'ê Abdurrahman Bozan (Karansungur Pîr) û Perver Bîlmez ( Şiyar Zîlan) yên di 13'ê Nîsanê di pevçûna li gundên Hebîz û Kurîk ên herêma Omeriyan ya Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dan, ji bo cenazeyan bigirin hatin Meletiyê. Malbata gerîla Bozan ji Semsurê, malbata gerîla Bîlmez jî ji Amedê hatin Meletiyê û serî li dozgeriyê dan. Malbatan piştî serî li dozgeriyê dan û cenaze teşhîs kirin, cenazeyên xwe ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin. Malbata gerîlayê HPG'ê Abdurrahman Bozan (Karansungur Pir) cenazeyê xwe birin navçeya Samsatê ya Semsûrê û malbata gerîla Perver Bilmez ( Şiyar Zilan) jî cenazeyê kurê xwe birin Amedê.
MELETÎ