HPG’ê diyar kir ku gerîlayên HPG’ê 30’ê Tebaxê berêvarê di navbera gundên Palanî û Haydaran ên li ser rêya Semsûr-Meletiyê, li artêşa Tirk a dagirker xistiye. Di vê çalakiyê de derbeke giran li wesayîta zîrîhpoş a tîpa Akrep hatiye xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku daxuyaniyek nivîskî da û got, “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên me roja 31’ê Tebaxê li navçeyên Şemzînan û Geverê yên Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin.”
Di çalakiyeke berê sibehê ya li dijî qereqola Dêrikê ya li Şemzînanê gerîlayan derbên giran li kozikên li qereqolê xistin, lê hejmara eskerên kuştî û birîndar nehatiye tespîtkirin.
Heman rojê gerîlyan danê sibehî li girên Şehîd Rahîme û Şehîd Zerdeşt ên li herêma Oremarê ya Geverê, li çeperên dijmin xist. Encama vê çalakiya bi bandor jî nehate zelalkirin.
Berêvara heman rojê jî li dijî eskerên dijmin ên li Girê Astenga Reş, ango girê parastina qereqola Kokebê ya li bajarokê Bajêrgan ê Colemêrgê ye gerîlayan li du çeperên eskerên Tirk xist û herî kêm eskerek di çalakiyê de hat kuştin.
Karwanê eskeran nîşangeha gerîlayan e
HPG´ê da zanîn ku 31’ê Tebaxê nîvrojê gerîlayan derb li karwanekî eskerî yê ji wesayitên zirîhpoş ên artêşa Tirk a dagirker daye ku ev karwan jî ji qereqola Osyan a navçeya Berwarî ya Sêrtê diçû navenda navçeya Berwariyê. Di çalakiya li mintiqa Çemêkarê de wesayiteke zirîhpoş ya tîpa Kîrpî derb xwar, lê hejmara eskerên Tirk ên kuştî û birîndar de agahî nehatin bidestxistin.
HPG´ê da zanîn ku 30’ê Tebaxê saet di 16:30´an de, di navbera gundên Palanî û Haydaran ên li ser rêya Semsûr-Meletiyê, gerîlayan bi çalakiyeke sabotajê derb li wesayiteke zirîhpoş a tîpa Akrep xistiye. Wesayîta derbxwarî ji rê derketiye û qulipiye. HPG´ê da zanîn wan nekariye encama çalakiyê zelal bikin.
ANF/BEHDÎNAN