HPG’ê di daxwiyaniyê de diyar kir ku dewlet û artêşa TC’yê ya mêtinger her cur lîstikên qirêj li dijî gelê me bi kar tîne û li dijî gerîlayê gelê me şerekî berfireh bi rê ve dibe. Di vî warî de HPG’ê ev hişyariyana da: “Kes û aliyên ku di vî şerî de li cem dewlet û artêşa TC’ê cih digirin, pêre tevdigere, hevkarî û nokeriyê dikin; em wan kes û aliyan wekî piştgirê xwînmijîtî û mêtigeriya li Kurdistanê dibinîn. Digel ku me bi dehan caran hişyarî dan van nokeran, ji helwêsta kes û aliyên ku hê jî li ser helwêsta xwe ya dujminane pêdagir in û bi rik zerarê didin gelê me û gerîlayên wê derdikeve ku niyeteke xirab a cidî heye. Kes û aliyên ku bi zanatî dujmin re hevkarî û nokeriyê dikin, divê van hişyariyan wekî hişyariyên dawîn bibînin û ref û aliyên xwe zelal û diyar bikin. Ger vê yekê berçav negirin, dê îcaze û musaade nedin hevkar û nokerên ên li Kurdistanê ne.”
Daxwiyaniya HPG’ê bi bangek wiha bi dawî dibe: “Di vê qonaxa dîrokî de em bang li gelê me û raya giştî ya demokratîk dikin ku van dek û dolabên qirêj bibînin li hemberî kes û aliyên ji dewletê re hevkarî û nokeriyê dikin, helwêst werbigirin.”
Gerîlayan nasname kontrol kirin
Li ser riya reşayî ya Amed-Çewlîkê li derdora kîlometirekê nêzî Qereqola Cendiremeyan a Abaliyê, gerîlayan wesayît dan rawestandin û nasmayên rêwiyan kintrol kirin.
Li gor agahiyên gihiştine ber dest, di demjimêrên pêr danê êvarê de gerîlayan li ser riya reş a Amed-Çewlîkê li derdora kîlometirekê nêzî Qereqola Cendirmeyan a Abaliyê, li mintiqeya Newala Bihlînê rê birîn, xala pişkinîn û kintrolê avakirin û nasnameyên rêwiyan kintrolkirin. Gerîlayan derdora 25 wesayît dan rawestandin, piştî kintrolkirina nasnameyan ji herêmê dûr ketin. n AMED
DELÎL ZÎLAN/ ANF/BEHDÎNAN