
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan de agahî dan û da zanîn ku li Colemêrgê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, û li Çewlîgê jî di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Azad Farqîn û Jînda Ozgur de jî gelek çalakî li dar xistine.
HPG’ê got, hêzên wan li 17’ê Tîrmehê berê sibehê li dijî Qereqolên Çemê Kurkê û Mawa yên li navçeya Colemêrgê Şemzînanê çalakî li dar xistine. Di çalakiyê de derb li artêşa Tirk hatine xistin, belê hejmara kuştî û birîndarên wê nehatiye zelalkirin.
Amedê serhildan e
HPG´ê ji bo çalakiyên gerîlayan ên li Amedê jî da zanîn ku18’ê Tîrmehê gerîlayan derb li tabûra Takan a li navçeya Amedê Pîranê xistiye. HPG´ê diyar kir ku hejmara zelalkirî a eskerên kuştî di vê çalakiyê de 4 e, û eskerek jî birîndar bûye.
Gerîlayan heman rojê danê êvarê li dijî çeperên eskerên Tirk ên li Qereqola Karer a li navçeya Çewlîgê Azaxpêrtê çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de jî bi zelalî eskerek hat kuştin. Gerîlayan wekî din, li navçeya Dêrsimê Pîlemûriyê, roja 17’ê Tîrmehê berêvarê di çalakiyeke sekvaniyê de eskerekî Tirk kuşt.
Eskerên çûn nêçîrê bûn nêçîr
Gerîlayan li Bedlîsê derb li eskerên artêşa Tirk a dagirker û hevkarên wan cerdevanan xist. Esker û cerdevanên li devera Şêx Edîp a Bedlîsê bi desteka kontrayan dest bi operasyonê kirî li nêzî Pira Dêlikê rastî gerîlayên HPG´ê hatin. Di encama şer de hêzên dewleta Tirk gelek kuştî û birîndar dan, lê belê hejmara wan nehat zelal kirin.
Li aliyê din hêzên dagirker 17’ê Tîrmehê li herêma Dola Kember û Dola Zîza bi desteka balafirên keşfê, helîkopterên Kobra û balafirên şer bomberdûmaneke giran kir.
Di tevahiya operasyon, şer û bomberdûmanên li jor behsa wan kirî de 2 gerîlayên HPG´ê jiyana xwe ji da.
BEHDÎNAN
Gerîla çûn ser cenazeyan
Gerîla TV´yê dîmenên çalakiya gerîlayên HPG’ê ya 27’ê Hezîranê li dijî eskerên Tabûra Gundikê Melê, parve kir. Di dîmenan de xuya dike ku gerîlayan bi derbên bi tesîr, maşîn daye rawestandin û çûne ser cenazeyên eskeran.
Gerîlayên HPG’ê 27’ê Hezîranê di çalakiyê de di navbera 2 giran de wesayîteke eskerî ya bi tîpa Reo kiribû hedef. HPG’ê têkildarî vê çalakiya xwe gotibû, di çalakiyê de bi awayekî zelal 3 esker hatine kuştin.