Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku dewleta Tirk van 2 rojên dawî li Başûrê Kurdistanê ne tenê li qadên gerîla dixe û her wiha bi zanebûn, bi balafirên şer mirovên Kurd ê sivîl dike hedef.  

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku dewleta Tirk bi zanebûn êrîşê dibe ser mirovên sivîl ên Başûrê Kurdistanê, ji ber referandûmê gefê li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê dixwe û dibêje, ‘heke hûn biya min nekin ez ê wiha li we bixim’ û ji bo vê peyamê bide, mirovên Kurd ên sivîl dikuje.


Bi qesd 10 qelatparêz şehîd kirin

Fermandariya  Biryargeha Navendî ya Parastina Gel derbarê êrîşên dewleta Tirk ên bi ser qadên gerîla û mirovên sivîl ên Başûrê Kurdistanê de, daxuyanî da û got, “Weke ku di daxuyaniyên me yên rojane de jî em didin zanîn, dewleta Tirk van rojên dawiyê êrîşên hewayî yên bi ser qadên ku ji cografyaya Başûrê Kurdistanê têne hesêbê, zêde kirine. Van 2 rojên dawî balafirên şer ên Tirk ne tenê qadên gerîla, qadên ku jiyana sivîl li wan heye, mirovên sivîl tim lê dimînin, masiyan digirin û li bax, baxçeyên xwe dixebitin, bi zanebûn dikine hedef. Di encama vê de 10 mirovên me yên welatparêz şehîd bûne.”


Gefxwarina li hikûmeta Başûr e

NPG´ê îşaret bi helwêsta Tirkiyeyê ya weke dijminê destketiyên Kurd kir û got, “Dewleta Tirk ji ber referandûmê ji bo ku gefê li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bixwe û wê peyama, ´heke hûn guh nedin min ez ê wiha bikim´ bide, bi vî rengî mirovên me yên sivîl kuştine.”


Gerîla xwîna xelkê Kurd wê li erdê nehîle

NPG´ da zanîn ku di bin her şert û mercîde gerîla wê gelê Kurd biparêze û wiha dewam kir: “Divê her kes wiha zanibe, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, li dijî ti êrîşa mêtingeriya Tirk a bi ser gelê Kurdistanê de û li dijî yek êrîşa ku wê bike, wê bêdeng nemîne, wê gelê me û destketiyên wî biparêze, ji êrîşkaran wê hesabê hewce bipirse, xwîna mirovên me yên welatparêz wê li erdê nemîne.”

NPG´ê êrîşa dewleta Tirk a li dijî Kurdên sivîl ên li ser karê xwe şermezar kir û di dawiyê de wiha ser saxî ji gelê Kurd re xwest: “Em sersaxiyê didine malbatên mirovên me yên welatparêz ku di vê êrîşa nemerdî de jiyana xwe ji dest dane, serê hemû gelê me yê Şêladizê û gelê Başûrê Kurdistanê sax be.” 



Zirîhpoşên din firîn û ji wan tiştek nema


Li gorî agahiyên ji herêma Bajêrganê ya ser bi Geverê wesayiteke zirîhpoş a kobra hatiye rûxandin û tê de 8 eskerên Tirk hatine kuştin. Li Geverê her wiha bi ser karwanê eskerî de jî çalakî hate kirin, wesayîta zirîhpoş ya tîpa kîrpî hatiye rûxandin. Di vê çalakiya gerîlayan de jî deh esker hatine kuştin û birîndarkirin.

21’ê Îlonê danê sibehê li bajarokê Bjêrgan ê ser bi Gevera  Colemêrgê, li bejahiya gundê Tîsê bi teqîna teqemeniyeke li ser rê bicihkirî, wesayiteke zirîhpoş ya tîpa kobra hate rûxandin. Piştî wê jî di navbera artêşa Tirk û gerîlayên azadiya Kurdistanê şer qewimî û şer heta êvarê dewam kir, di encamê de 8 esker hatin kuştin, 7 esker jî bi giranî hatin birîndarkirin.

Çalakiyeke din 21’ê Îlonê êvarê saet 20.00’an li dijî konvoyeke eskerî ku ber bi qereqola Wargenima ya Geverê ve diçû, hat kirin. Teqemeniya ku li bejahiya Yekmala Jor hatibû danîn teqiya û di encamê de wesayiteke zirîhpoş a tîpa kîrpî hat rûxandin. Hate diyarkirin ku di encamê de 10 esker hatine kuştin û gelek esker hatine birîndarkirin.  


 ANF/BEHDÎNAN