Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê got, “Di roja pêşî de ev êriş bi giştî hatin şikandin û gelek endamên çeteyan hatin kuştin. Roja duyemîn êriş hatin şikandin û herêm ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin û ewlehiya jiyanê ya gelê me hatiye pêkanîn. Hêza me ya gerîla ya ku tevlî operasyonê bûyî piştî operasyonê li baregehên xwe vegeriyane.

Gerîlayên Kurdistanê ku li dijî hemû cure êrişên ji ewlehiya gelê me û mirovên herêmê  berpirs e, ji niha û pê ve jî her dem wê amade be ku vê peywira xwe ya girîng pêk bîne.” 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK´ê Murat Karayilan jî der barê mijarê de got, “Armanc (a Tirkiyeyê) ew e  ku şer belavî qada Kerkûkê bike û operasyona Mûsilê pûç bike.” Karayilan berxwenda li Kerkûkê û kesên jiyana xwe ji destdayî bi bîr anîn û got, “Em ê li bîranînên wan xwedî derkevin û heta dawiyê Kerkûkê biparêzin. Kerkûk ti caran wê bi dest çeteyên faşîst ve neyê berdan. Gerîlayên azad ên Kurdistanê çawa ku li hemû deverên Kurdistanê dike, li Kerkûkê jî peywira pîroz a parastinê bi şayanî pêk bîne.


NAVENDA NÛÇEYAN