Navenda Ragihandin û Çapameniyê ya HPG'ê, der barê şer û çalakiyên ku di 26’ê adarê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê de da û diyar kir 13 leşker tirk hatine kuştin
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn; “Di 26'ê Adarê de di saet 07.30'an de li navçeya Colemergê Çelê yekîneyên ji alaya Bilîcanê derdikevin, xwestine girê ewlekariyê bigrin. Li dijî yekîneya ji 40 kesî pêk tê  ji aliyê gerîlayan ve hin rêzeçalakî hatine lidarxistin. Di encama van çalakiyan û hin şerên ku qewimî de 13 leşker hatine kuştin, 4 leşker jî birîndar bûye.”

Li gelek hêreman êrîşên topan

HPG’ê diyarkir ku artêşa Tirk piştî çalakiyên gerîllayan ji neçarî bombeyê mijê avêtiyê cihê çalakiyê û weha got: " Di dawiya çalakiyê de bi piştgiriya helîkopterên kobrayan bi helîkopterên skorskyan 3 caran kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye." HPG da zanîn ku ji destpêkirina çalakiyê heta 27'ê Adarê danê sibê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gundên Şifreza, Kanî Cennetê, Gundê Hîlalê û Herêma Ertûş ên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa Tirk ve bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
Her wiha, di daxuyaniyê de hate gotin ku  ji 23'ê Adarê û vir ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Şikefta Birindara, Şehîd Rustem,  Girê Mahîr Mîrzo, Gundê Horê, Nêrweh, Ditaza, Mêrganiş, Qesrok, Kinyaniş, Girên Bircela, Mahir Mirzo û Herêma Kanî Cennetê yên bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi hewan û obusan tê bombekirin.
 
Hêzên nû hatin bicîhkirin

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê   ragihand ku di 26'ê Adarê de di navbera saet 14.00-16.00'an de li navçeyan Colemergê Şemzînanê ji aliyê artêşa Tirk ve bi 2 helîkopterên skorsyan deh caran leşkerên taybet  veguhestine qereqolên Şapata, Rûbarok û Mawayê.

ANF/BEHDÎNAN