Li navçeya Agiriyê Bazîdê gerîlayan karwanekî eskerî yê Tirk îmha kir û derb li hêzên çûne dest werdanê jî xistin. Di çalakiya gerîlayên Kurdistanê de 79 esker hatin kuştin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Agiriyê karwanekî eskerî îmha kir. Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate gotin, herî kêm 79 eskerên Tirk hatin kuştin. Dewleta Tirk hîna nû doh dîmenên bûyerê, piştî ku HPG´ê encamên çalakiyê eşkere kirin, belav kirin. Beriya wê weke nûçeyeke ji rêze ya bi rokêtan behsa bûyerê hatibû kirin û dewleta Tirk îdîakiribû ku yek eskerê wê hatiye kuştin. Lê ew kuştiyên xwe bi israr vedişêre.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiya berfireh a gerîla ya li bejahiya navçeya Agiriyê Bazîdê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de HPG´ê got, “Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me 2’ê Adarê saet di 08:50’î de li ser rêya di navbera navçeya Agiriyê Bazîdê û gundê Gurbûlakê de li dijî karwanekî eskerî ya artêşa TC a dagirker operasyoneke şoreşgerî ya berfireh kir. Ji nêz ve derbên giran li 3 otobus û wesayiteke zirxî ya tîpa kobra yên di karwên de hate xistin. Di çalakiyê de 2 otobus û wesayita zirxî ya tîpa kobra hatin îmhakirin û derb li otobusekê hate xistin. Leşkerên ku ji bo destwerdanê hatin cihê çalakiyê bûn hedefa hêzên me û hêzên me bi şêweyê sabotajê li yekîneyên eskeran xist.
Di encama vê operasyona şoreşgerî de bi giştî 79 esker hatin kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi rêya bi dehan ambûlansan leşkerên xwe yên kuştî û birîndar ji herêmê birin. Yekîneya me ya çalakî kir, bi rengekî serketî li baregeha xwe vegeriya.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk, hîna nû doh, dîmenên elaqedarî bûyerê weşandin û hewldana xwe ya veşartina kuştiyên xwe jî bi israr dewam kir. Di dîmenan de hem otobûsa derb xwarî ya xwîn ji deriyê wê diherike xuya dike, hem birîndarên li ambulansan tên suwarkirin û hem jî helîkopterên eskerî yên ku birîndaran radikin nexweşxaneyan hene. Lê dewleta Tirk roja çalakiya gerîlayan îdîa kiribû tenê yek eskerê wê hatiye kuştin. HPG´ê bi daxuyaniya xwe got, ne yek lê 79 eskerên Tirk hatine kuştin.
ANF/BEHDÎNAN