HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên di çalakiya Sîdekanê de şehîd bûn, eşkere kir. Di daxuyaniya doh a HPG’ê de hatibû ragihandin ku di çalakiyê de 23 eskerên Tirk hatine kuştin.

HPG´ê got, “Di daxuyaniya xwe ya 17’ê Adarê de me ragihandibû; ‘Roja 16’ê Adarê saet 06:30’î hêzên me li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker a li girên Lêlîkan, Kevortê û Elîdirêj çalakiyeke hevdemî kirin. Di encamê de 23 eskerên dijmin hatin kuştin, 10 jî birîndar bûn. 5 hevalên me yên bi rengekî fedayî bi ser dijmin ve çûn, şehîd bûn’.

Em ê têkoşînê bi ser bixînin

Em her 5 hevrêyên xwe bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Ev keç û xortên leheng ên gelê me bi sekna xwe ya bi biryar û wêrek rê nedan dijmin, li dijî dagirkeran bi rengekî fedayî şer kir û destana lehengiyê nivîsand. Hevrêyên me Arnos, Dervîş, Hawar, Sîser û Welat li dijî mêtingerî, dagirkerî û barbariyê bi rengekî dîrokî li ber xwe da.

Di serî de malbatên me yên hêja yên Erkol, Sevmîş, Tuncer, Kiliç û Yaşar em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna xwe ya ‘Rêberê azad, Kurdistana azad’ ku xeyala wan e, bi ser bixînin û xwedî li bîranîna wan derkevin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Arnos Serhat (Abdullah Erkol) ê li Wanê ji dayik bûyî; Derwêş Oremar (Sîpan Sevmîş) ê li Colemêrgê ji dayik bûyê; Hawar Bedran (Serkan Tûncer) ê li Sêrtê ji dayik bûyî; Sîser Botan (Garîbe Kiliç) a li Colemêrgê ji dayik bûyê; Welat Dilken (Abdullah Yaşar) ê li Agiriyê ji dayik bûyî.

 

ANF / BEHDÎNAN