HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li Colemêrgê li ‘yekîneyên veşartî’ yên artêşa Tirk daye û li Bestayê jî li dijî tabûrê çalakiyek li dar xistine. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên li dijî artêşa Tirk ên li Şemzînan û Çelê yên bi ser Colemêrgê li ser malpera xwe weşandin. 


Li Çelê û Şemzînanê çalakî

HPG’ê da zanîn ku gerîlayên wê di çarçoveya pêngava Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de li Çelê û Şemzînanê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine. Li gorî vê 30’ê Hezîranê danê sibehî gerîlayan li dijî qereqola Dêrîk a ser bi Şemzînanê ya artêşa dagirker a Tirk de çalakiyeke sûîkastê li dar xistiye û eskerekî Tirk kuştiye.

HPG´ê wekî din ragihand ku 1’ê Tîrmehê, saet 11.00’an gerîlayan li dijî eskerên artêşa Tirk ên li Girê Şehîd Munzir ê li Çelê çalakiyek li dar xistiye û herî kêm eskerek kuştiye.


 Tabûra Bestayê hejiya

HPG ji bo çalakiya gerîlayan a 30’ê Hezîranê êvarê li dijî Tabûra Bestayê ya Şirnexê jî ev agahî dan: “Di vê çalakiyê de kozikên dijmin derbên giran xwarine, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar ên di vê çalakiyê de ji aliyê hêzên me ve nehatine tespîtkirin.”

 

Li Gabarê eskerê serê xwe rake tê kuştin

HPG´ê ji çalakiyên sîkastê yên 1’ê Tîrmehê yên li Gabarê jî ev agahî dan û daxuyaniya xwe bi dawî kir: “Saet di 06.40’an de hêzên me li dijî artêşa dagirker a Tirk a li girê Awenbenat a li Gabarê çalakiyên sûîkastê li dar xistine. Di çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatine kuştin.”

Li aliyê din doh li bejahiya nahiyeya Hilêla a ser bi Qilabana Şirnexê, di navbera hêzên gerîla û hêzên ser bi artêşa Tirk a dagirker de cerdevanek hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji ajansên nûçeyan, pêr bi şev cerdevan derketine dewriyeyê û şer qewimiye. Di şer de cerdevanê bi navê Serhat Benek hat kuştin, cerdevan Saît Babat, Huseyîn babat û Ferît Kara jî birîndar bûn. 


 BEHDÎNAN