Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê du gerîlayên 25’ê Tîrmehê li Başûrê Kurdistanê ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk şehîd bûn, bi bîr anîn.

HPG’ê got, “Di 25’ê Tîrmehê de li herêma navbera gundên Dêraşe û Kanê yên navçeya Amediyê ya Dihokê (Çiyayê Garê) ji ber bomberdûmana balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, hevalên me Hamza (Gokan Bûlût) û Şervan (Eyvas Gok) şehîd bûn.” HPG´ê da zanîn ku Hamza Tolhildan (Gokan Bûlût) sala 1975´an li navçeya Konyayê Kuluyê ji dayik bûye, ji malbateke welatparêz bûye û ji ber zehmetiyan koçberî Ewrûpayê bûye. Ew sala 2012´an tevlî nav refên gerîla dibe. HPG, wî wiha terîf dike, “Hevrê Hamza di nava refên gerîla de bi kesayetiya xwe pak, têgihiştî û dilnizm her li pêş bû.“

Em soz didin em ê tola wan hilînin

Ji bo Şervan Kato (Eyvas Gok) jî HPG´ê da zanîn ku ew li sala 1996´an li navçeya Şirnexê Silopiyayê hatiye dinê. Ew sala 2015´an tevlî nav refên gerîla bûye. HPG wiha behsa wî dike: “Bi tecrûbeyên xwe yên xurt di nava jiyana gerîlatiyê de zehmetî nekişand, hewl da hemû berpirsyarî û wezîfeyên xwe bêkêmasî pêk bîne. Hevalê me Şervan bi sekna xwe ya bi moral enerjiyeke mezin da hevrêyên xwe hemûyan. Heta kêliya ku şehîd bibe ji bo azadiya gelê Kurd xizmet kir.”

HPG´ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re xwest û got, “Em soz didin ku em ê tola wan hilînin.”

ANF/BEHDÎNAN