HPG’ê gerîla Helgûrt ê di 7’ê Nîsana 2019’an de li herêma Bestayê şehîd bû bi bîr anî û destnîşan kir ku wê mîrateya wan a têkoşînê bi ser bixînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di 7’ê Nîsana 2019’an de li qada Şehîd Diyana ya herêma Besta ya Şirnexê ji ber tevgera dagirkeran şer derket û di encamê de hevrêyê me Helgûrt (Nakaroz Suphanî) şehîd bû. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Helgûrt ê şehîd bûye wiha ye:

Nakaroz Suphanî bi nasnav Helgurt Merîwan li Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.

Der barê kesayeta Helgurt Merîwan de jî weha tê gotin: Li dijî polîtîkayên komkujî û qirkirinê yên rejîmên faşîst ên li dijî gelê Kurd hîn di temenê ciwantiyê de berê xwe da qadên têkoşîn û berxwedanê. Bi baweriya ku yekane qada têkoşînê ya ji bo azadiya çar parçeyên Kurdistanê çiyayên Kurdistanê û îdeolojiya Rêber Apo ye, heta kêliya ku şehîd bibe bi ruhê fedayî di asta herî bilind de têkoşiya.

Hevrê Helgûrt li her qada ku lê wezîfe kir bi kedkarî û pêşengiya xwe dihate naskirin û bi moraleke mezin nêzî her wezîfe û çalakiyê bû. Ji Zagrosan heta Botanê li gelek qadên têkoşînê bi baweriyeke mezin wezîfeyên xwe pêk anî. Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Helgurt em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê mîrateya têkoşînê ya şehîdên xwe bi ser bixînin.”

 

ANF/BEHDÎNAN