KCK´ê çalakiya gerîlayan a li dijî Girê Silor û taktîkê gerîlayên nû pîroz kir, got, gerîla amûrên şer ên hewayî bi kar anîne, gerîlayê sedsala 21´ê wê êrişên dijmin pûç bike û bi ser keve.

KCK'ê pêngava nû ya taktîkî ya gerîlayên HPG-YJA STAR'ê pîroz kir û got, "HPG'ê gerîlatiya sedsala 21'ê afirandiye, ew ê êrişên hêzên serdestan pûç bike û bi ser keve."

KCK´ê bi daxuyaniya xwe her wiha da zanîn ku gerîla amûrên hewayî di çalakiyê de bikar anîne.

Êdî nikarin kuştiyên xwe veşêrin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, fermandar û şervanên HPG-YJA STAR'ê ku li dijî hedefên eskerî yên dewleta Tirk çalakî pêk anîn, pîroz kir û got: "Dewleta Tirk zêdeyî sê salan e ku bi rengekî bê eman zext û êrişan li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dike. Bi şerê psîkolojîk dixwaze bandora xwe zêde bike û vîna gel asteng bike. Aliyê herî girîng ê şerê psîkolojîk ew e ku hejmara esker û polîsên di çalakiyên gerîla de tên kuştin, vedişêre. Bi rêya van nûçe û propagandayan hewl dide îmajeke welê biafirîne ku têkoşîna gerîla qels bûye û dewleta Tirk xurt e."

Bi derewan rastiyan dinixumînin

Di daxuyaniya KCK'ê de îşaret bi van xusûsan hate kirin: Dewleta Tirk çalakiya amûrên hewayî ku li dijî qereqola Bêsosinê ya li Şemzînanê hate lidarxistin, weke teqîna cebilxaneya xerabe nîşan da. Ji ber ku çalakî mezin bû, nekarî jinedîtî ve bê, lê belê bi berevajîkirina rastiyê re weke ku cebilxaneya xerabe teqiya ye, weşand. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku ev çalakî bi amûrên nû yên taktîkî ji aliyê gerîla ve hatiye kirin û bi vî rengî pêngava nû ya şer a gerîla ji raya giştî re ragihand."

HPG'ê wê êrişên hêzên serdestan pûç bike

KCK´ê di dawî de got, "Rastiyeke dîrokî ye ku gerîla her tim li dijî taktîk û teknîka dijmin, taktîk û teknîka xwe afirandiye. HPG'ê gerîlatiya sedsala 21'ê afirandiye, wê êrişên hêzên serdestan pûç bike û mîna her carê wê bi ser keve. Li ser vê bingehê em vê pêngava taktîkê ya nû ya gerîlayên HPG-STAR'ê pîroz dikin." 

 

ANF/BEHDÎNAN

 
 

YJA Starê li Gabarê lê da

   

Gerîlayên HPG-YJA Starê bi taktîkên nû derbên giran li artêşa dagirker didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîlayan ên 11´ê Mijadarê ev agahî dan:

“Artêşa dagirker sibeha 11’ê Mijdarê li qada Gelî ya herêma Gabarê ya Şirnexê dest bi operasyonê kir. Hêzên me yên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de heman rojê  li Girê Deriyê Seqetê li yekîneya operasyonê xist. Di vê çalakiya sabotajê de 7 eskerên dijmin hatin kuştin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê termên eskerên xwe bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakirin.

Balafirên şer ên artêşa Tirk 11’ê Mijdarê  qada Ermûşê ya herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, û gundê Sîda yê herêma Zapê bombe kirin. ”