Di çalakiyên gerîlayên HPG´ê de artşa Tirk derb xwar. Di çalakiyan de yek jê serbaz, 10 esker hatin kuştin û kontrayek jî hat cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku yekîneyên gerîlayan li gelek cihan çalakî li dar xistine û yek jê serbaz bi giştî 10 leşker û kontrayek hatine kuştin.
HPG’ê da zanîn ku gerîlayan li Colemêrg, Şirnex, Botan û Avaşînê çalakiyên bi bandor kirine: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me bi wesîleya salvegera şehadeta Şehîd Zîlan a di 30’ê Hezîrana 1996´an de çalakiyeke fedaî kiribû, li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên bi bandor kirin.
Di 28’ê Hezîranê de artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Dawûşa ya Çelêya Colemergê tevî kontrayan operasyonek da destpekirin. Hêzên me yekîneyeke operasyonê xist bin kontrola xwe û ji nêz ve lê da. Di vê çalakiyê de yek jê serbaz 2 eskerên payebilind hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker tevî firfirokên bêmirov û helîkopteran operasyon berfirehtir kir û esker anîne Tepê Kawa, Dawûşa û Mêrbûkayê. Operasyon bi tevlîbûna yekîneyên veşartî didome. Yekîneya me ya ku ev çalakî kir, bi selametî vegeriya baregeha xwe.
Li Avaşînê 6 esker hatin kuştin
Di 29’ê Hezîranê de hêzên me bi awayekî hemwext li Girê Şikêr û Tepê Xwedê yên li Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakî kirin. Li herdu giran, bi serketî li çeper û stargehên dijmin hat xistin û 6 leşker hatin kuştin.
Di 29’ê Hezîranê de hêzên me li dijî eskerên li qereqola Serbend a Qilebana Şirnexê çalakiyeke sekvaniyê kir. Li vê derê eskerekî dijmin hat kuştin. Ev çalakî ji bo bibîranîna salvegera şehadeta Şehîd Zîlan hat kirin.
Roja 28’ê Hezîranê saet 22:00’an hêzên me li dijî eskerên dagirker ên di avakirina holika nobedê ya li nêzî gundê Germita yê navçeya Silopya ya ser bi Şirnexê de kar dikirin, çalakiyek kir. Ji du baskan ve li eskerên dijmin hat xistin û 2 esker hatin kuştin.
Kontrayek hat cezakirin
Heman rojê hêzên me li Botanê kontrayê bi navê Cemal Laçîn ceza kir. Ev şexsê hanê di şehadeta hevrêyên me Îrfan Dîrok (Akîf Tûrhan), Baran (Bayram Hakseve), Devrîm (Ahmet Karaaslan) û Şoreş (Çavûş Abbaszade) ya 1’ê Tîrmeha 2018’an de, xwedî rol bû.
Li Şemzînanê 4 gerîla şehîd bûn
24’ê Hezîranê bi şev, di navbera gundên Pola û Tuyê yên navçeya Şemzînanê ya ser bi Colemêrgê de hêzên me bi eskerên artêşa Tirk a dagirker re şer kir. Di şer de 3 hevrêyên me şehîd bûn, hevrêyekî me jî piştî ku birîndar dibe ji bo nekeve destê dijmin bombeya li ser xwe teqand û şehîd bû. Di vî şerî de 4 eskerên dijmin birîndar bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.”
ANF/BEHDÎNAN