Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li Şemzînanê bi awayekî xurt li leşkerên Tirk daye. Û da zanîn ku li Dersim û Amedê jî hêzên dagirker ên Tirkiyeyê operasyon dane destpêkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî çalakiyên gerîlayan û operasyonên artêşa Tirk a dagirker agahî dan.

HPG’ê diyar kir ku li Şemzînanê hêzên wan girek du caran hedef girtine.

Di daxuyaniyê de hate ragidandin ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên wan yên YJA-Starê di 4’ê Tîrmehê de li dijî girekî ku ewlehiya rêya qereqola Bezelê ya Şemzînana Colemêrgê pêk tîne, çalakiyek li dar xistine. Û wiha hate gotin: “Hêzên me ji 4 aliyan ve li wî girî dan û 3 çadir îmha kirin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehatine tekezkirin. Di heman rojê de hêzên me saet di 14.00’an de cara duduyan li vî girî dane. Di vê lêdanê de jî hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Operasyonên artêşa Tirk a dagirker

HPG ragihand ku dewleta Tirk ji bo dagirkeriya xwe firehitir bike operasyon dane destpêkirin û wiha domand: “27’ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker li Pasûr, Farqîn, Karaz, Licê û Hezroya Amedê operasyoneke berfireh daye destpêkirin. Artêşa Tirk a dagirker di 28’ê Hezîranê de girtine ser gundê Lîcokê yê Licê û hin gundî destgîr kirine. Hêzên operasyon bêyî ku encamê werbigire di 30’ê Hezîranê de bi paş ve hatiye vekişandin.“

Bê encam vedigerin

Her wiha li ser operasyona li Dersimê jî HPG got: “Di 2’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker li bejahiya Pulumura Dersimê operasyonek daye destpêkirin. Di operasyonê de helîkopteran gule li qadê reşandine. Di heman rojê saet di 21.00’an de helîkopterên Skorsky leşker anîne derdora gundên Dereboyû. Di 3’ê Tîrmehê saet di 16.00’an de operasyon bêyî ku encamê werbigire, ji qadê hatiye vekişandin.” 

 

ANF/BEHDÎNAN