Hêzên Parastina Gel (HPG) bê navber li dijî dagirkeriya dewleta Tirk di nava şer de ne.
HPG’ê diyar kir ku hêzên gerîla 3’ê Mijdarê li Geverê li dijî eskerên Tirk çalakiyek kiriye û di encamê de derbên giran li eskeran xistine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev daxuyanî da: “Hêzên me 3’ê Mijdarê li dijî artêşa Tirk a dagirker a li ser Girê Elîşêr ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiyek kir. Derbên giran li çeper û stargehên yekîneyên dijmin hatin xistin. Hejmara eskerên hatin kuştin û birîndar bûn, nehate zelalkirin.”
ANF/BEHDÎNAN