HPG’ê bi daxuyaniyeke da zanîn ku di çalakiyên du rojên dawî de yên Li Colemerg, Şirnex û Dersimê herî kêm 39 leşkerên Tirk hatine kuştin.   

HPG’ê têkildarî çalakiyên xwe yên çend rojên dawî daxuyanî weşand û da zanîn ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê li konvoya wesayîtên zirxî ya leşkerî dane û li wir herî kêm 33 leşker hatine kuştin. Her wiha HPG’ê da xuyakirin ji xeynî vê di çalakiyên du rojên dawî de yên li Şirnex, Colemerg û Dersimê jî 6 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li  Colemêrg, Şirnex, Dersimê daxuyaniyek da.

Ji 30 wesayitên zirxî pêk dihat

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ji bo çalakiya li Çelê ya Colemergê ev agahî parve kir:”21’ê Hezîranê saet 00:50’î, hêzên me li nêzî gundê Çemê Bedelê li dijî konvoyeke artêşa TC a dagirker ku ji 30 wesaytên zirxî pêk dihat û berê xwe li navçeya Çelê ya Colemêrgê bû çalakiyek kirin. Ji 2 baskan ve li hemû wesayitên di konvoya dijmin de bûn hate reşandin û di encamê de wesayiteke bi tîpa ejder û 2 wesayitên bi tîpa kîrpî yên zirxî bi temamî hatin rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin di vê çalakiyê de 33 leşkerên dijmin hatin kuştin. Beşek ji konvoya dijmin piştî çalakiyê neçar ma li Colemêgê vegere. Beşek jî li cihê çalakiyê sekinî. Artêşa TC a dagirker piştî derba li konvoyê hate xistin, bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov bi gelek helîkopterên êrîşê yên bi tîpa Kobra, gule û bombe li herêmê barandin.”

Li operasyonê jî derb xwarin

HPG’ê da zanîn ku dewleta Tirk sibeha heman rojê saet 5’an li herêmê dest bi operasyonê kiriye û daxuyanî bi vî rengî dewam kir: “Li dijî tîmên taybet ên li herêmê digeriyan, hêzên me çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de 2 tîmên taybet ên yekîneya dijmin hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker a ji herêmê vekişiya, bi çekên giran û bombeyan li derdorê reşand. Di dema bomberdûmanê de hêzên dagirker bi gelek ambûlansan termên xwe û leşkerên birîndar ji herêmê rakir.”

Li Çelê çeper û kozikên wan tarûmar bûn

Ji bo çalakiyên xwe yên din jî HGP’ê ev agahî parve kirin:”22’ê Hezîranê saet 17’an, hêzên me li dijî dagirkerên li ser girê Merganiş ê li navçeya Çelê bûn, çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêtin herêmê.

Li Gever 3 leşker hatin kuştin

20’ê Hezîranê saet 10:15’an li dijî wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Reo ya artêşa TC a dagirker ku ji girê Elîşêr ê navçeya Geverê ber bi qada Dola Heydaran a Ertûşê ve diçû, hêzên me çalakiyek kirin. Ji nêz ve derbên giran li wesayita dijmin hate xistin û wesayit hate rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 3 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê li herêmê dest bi operasyonê kir. Heman rojê saet 17:00 bi rengekî bê encam operasyon qediya.

Li Qileban HPG’ê li qereqolê da

20’ê Hezîranê saet 14:00 hêzên me li dijî qereqola Sînekê ya li navçeya Qilaban a Şirnexê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên li qereqolê hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelakirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bombe li qadên Bektorya, Dola Silê û qada Hestiya yên herêma Heftanînê barand.

Li Dêrsimê  li dijî yekîneyeke veşartî çalakî

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza de, hêzên me roja 21’ê Hezîranê saet 7’an li mintiqeya Şehîd Delîl a navçeya Qisle ya Dersimê li dijî yekîneyeke veşartî ya artêşa TC a dagirker ku kemîn datanî, çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.”

Di dawiya daxuyaniyê de HPG’ê da zanîn ku balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, 20 û 21’ê Hezîranê êrîş birine ser Herêmên Parastinê yên Medyayê lê di wan êrîşan tiştek bi gerilayên wan  nehatiye.

 ANF/BEHDÎNAN