Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî, encamên çalakiyên gerîlayan yên di rojên dawî de eşkere kir.  Li gorî daxuyaniyê, artêşa Tirk di 18’ê Cotmehê de li dijî qada Şehîd Kawa ya di navbera Hezro, Pasûr û Farqîna Amedê de operasyonek daye destpêkirin û li 38 gundan qedexeya derketina derve îlan kir. Lê belê gerîlayên HPG û YJA Starê di 19’ê Cotmehê de li nêzî gundê Hindeşê yê Farqînê yekîneyeke operasyonê xistine bin kontrola xwe û di saet 14.00’an de ji nêz ve li wan dane. Di çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne. Operasyon di 20’ê Cotmehê de beyî ku bigihêje armanca xwe, bi paş ve hatiye kişandin.

Her weha 17’ê Cotmehê gerîlayan li Qisleya Dersimê ji Geliyê Hakîsê heta gundê Mozikê rastî yekîneyeke artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker hatine û şer rû daye lê belê hejmara leşkerên ku mirine û birîndar bûne nehatiye tespîtkirin. Gerîlayan jî bi silametî gihiştine cihên xwe.


Li Girê Koordineyê çalakî

Di 27’ê Îlonê de jî artêşa Tirk ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê li herêma Barzanê operasyonek dabû destpêkirin, lê gerîlayan di vê operasyonê de li yekîneya li qada Adil Beg dane û di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin leşkerek hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 22’ê Cotmehê jî balefirên şer ên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker qada Şehîd Rustem a Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirine. 


Li Oremarê çalakiya sûîqastê 

Gerîlayên HPG’ê doh di navbera seat 10:30 û 11:00’an de li dijî leşker û mekîneyên kar ên ku li girê Şehîd Rahîme yê girêdayî Oremarê rê çêdikirin, çalakiyek li dar xist. 

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di 2 çalakiyên suîqastê de leşkerek hatiye kuştin. 


ANF/BEHDÎNAN