HPG’ê rêya navneteweyî kontrol kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên li Colemêrg û Agiriyê daxuyanî da. HPG’ê diyar kir ku rêya navneteweyî ya di navbera navçeya Ebex a Wanê û navçeya Bazîd a Agiriyê de wan kontrol kiriye. HPG’ê ragihand ku di çalakiyê de 6 TIR ji aliyê hêzên wan ve hatine şewitandin û li Agirî û Colemêrgê bi giştî 9 esker hatine kuştin.
Maşînên ji dewletê re kar kirî hatin şewitandin
HPG’ê li ser çalakiyan got, “Li Eyaleta Serhedê hêzên me roja 21’ê Tîrmehê seat 09’an rêya navneteweyî ya navbera navçeya Ebex a Wanê û navçeya Bazid a Agiriyê kontrol kir. Di vê çalakiyê de gelek wesayît hatin rawestandin û li ser pêvajoyê, hêzên me gel agahdar kir. Di heman demê de 6 TIR’ên kesên ku bi dijmin re kar dikin, ji aliyê hêzên me ve hatin şewitandin û 4 TIR bi temamî hatin rûxandin. Demeke dirêj artêşa TC a dagirker nekarî mudaxeleyî cihê bûyerê bike û rêya navneteweyî li trafîkê hate girtin.”
Deleta dagirker nekarî dest werde
HPG´ê da zanîn ku wesayîtên zirxî yên ku dewleta Tirk destwerdanê şandin, bûne hedefa hêzên gerîla û wiha dewam kir: “Di çalakiyê de derb li wesayîteke zirxî ya bi tîpa kirpî hate xistin û 2 esker hatin kuştin. Çeka giran a A4 ku li ser wesayîtê bû, hate rûxandin.”
HPG´ê wekî din da zanîn ku heman rojê li heman herêmê gerîlayan saet 18:30’î wesayîteke din a zirxî xistiye bin kontrola xwe û derb lê xistine, lê nekarîne hejmara kuştiyên dewletê zelal bikin.
Li Colemêrgê 7 esker hatin kuştin
HPG´ê li ser çalakiyên li Colemêrgê jî ev agahî dan: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de hêzên me roja 21’ê Tîrmehê saet 20’an li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker ku li ser girê Deriyê Xîz ê herêma Deriyê Cafer a navçeya Gever a Colemêrgê bû, çalakiyek li dar xist. Bi awayekî serketî li çeperên dijmin hate xistin û di çalakiyê de 2 çeper û konekî dijmin hatin rûxandin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate tespîtkirin 7 eskerên dijmin hatin kuştin.” ANF/BEHDÎNAN