Di daxuyaniya fermandariyê de hat ragihandin, ku ew têkoşîna YBŞ, YJŞ‘ê ya ji 4’ê Tebaxa 2014’an û vir ve li hemberî êrişên hovane, ji nêz ve dişopînin û hat gotin, “Hêzên YBŞ‘ê ku ji aliyê komeke ji çend ciwanên Êzidî di nava şer de hîmên wê hatin danîn û bi biryardarî, cesaret û hunera xwe ya leşkerî re dijmin dişkînin, bi vê sekna xwe, ji aliyê tevahiya cîhanê ve jî tên dîtin. Bi taybetî, piştî serketina pêngava Medîbanê ya we bi hêza xwe bi ser xist, bersiva we ya li hemberî êrişên berfireh ên 31’ê Adarê û 1’ê Nîsanê, cihê şanaziyê ye.”
Hûn bi tenê nînin
HPG´ê di daxuyaniyê de got, hunera taktîkî ya YBŞ û YJŞ´yê û berxwedana wan a “egîdî” îlhamê dide û baweriyabi azadkirina Şengalê xurtir dike. HPG´ê îşaret bi berxwedana YBŞ û YJŞ´yê kir û weha dewam kir: “Bi berxwedana we ya bi hostatî, cesaret û moraleke bilind, wê ji sedî sed hesab ji wehşeta DAIŞ’ê bê pirsîn û Şengal bi temamî azad bibe. Em dixwazin hûn zanibin; di vê berxwedana we ya lehengî de weke HPG em li cem we ne, em berxwedana we bi rêzdarî û şanazî pêşwazî dikin û zanibin ku hûn bi tenê nînin.”
Herî dawî HPG´ê ji YBŞ û YJŞ re serketin xwest û ew silav kir.
NAVENDA NÛÇEYAN