Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanên wan li Efrînê rêzeçalakî pêk anîne, û di encama wan de herî kêm 7 dagirker kuştine.

HRE´ê li ser çalakiyên xwe yên 24 û 25‘ê Sibatê li dijî hêzên dagirker li Efrînê daxuyanî weşand û got, “Di 24’ê Sibatê de şervanên me li ser rêya gundê Qeretepe yê bi ser navenda Efrînê, otobuseke çeteyên dewleta Tirk a dagirker têde bûn hedef girtin. Di encama çalakiya sabotajê de otobus hat şewitandin lê derbarê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal bidest neketin.

Di 25’ê Sibatê de şervanên me li ser rêya gundê Nebî Horî ya girêdayî navçeya Şera li dijî benda kontrolê ya ku çeteyên koma bi navê Qewat El Nuxbe ye, çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de di navbera şervanên me û çeteyan de şer qewimî. Di encama çalakî û şer de 4 çete hatin kuştin.

Me di daxuyaniya xwe ya 24’ê Sibatê de diyar kiribû ku di 23’ê Sibatê de şervanên me li ser rêya navbera gundên Basûfanê û Birc Heyder yên girêdayî navçeya Şêrawa seyareyeke eskerî ya çeteyên Firqet El Hemzat kiriye hedef û di encama vê çalakiyê de 3 çete bi giranî birîndar bûbûn. Hat zelalkirin ku ev her sê çeteyên bi giranî birandar bûyî, mirine.”

HRE´ê doh jî daxuyaniyek da ku di çalakiyên wan a 28´ê Sibatê de 4 endamên komên çete hatine kuştin:

“Di 27’ê Sibatê de şervanên me li ser rêya di navbera gundê Sînka û navçeya Şera de li dijî kombûneke çeteyên bi navê Sultan Murad çalakiya sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çeteyên bi navên Mustafa Ebu Eyhem û Usama Çelo bi giranî birîndar bûn.

Di 28’ê Sibatê de şervanên me li dijî baregeheke koma çete ya bi navê Firqa Tes’a li navçeya Raco çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin.

Di 28’ê Sibatê de şervanên me li dijî seyareyeke eskerî ku endamên koma çete ya bi navê Ehrar El-Şam tê de bûn, li ser rêya gundê Tîlal El Inib ya girêdayî herêma Babê çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de seyare hat rûxandin û 3 çete hatin kuştin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN