Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Efrînê li artêşa Tirk a çete û komên wê yên çete xist. Di encamê de 3 çete hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê li Efrîn û derdora wê, çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete didomînin. Hate ragihandin ku di çalakiyan de derbên giran li dagirkeran hatine xistin.

Di daxuyaniya HRE´yê ya li ser çalakiyan de hat gotin, “Tîmên me yên operasyonê, 1’ê Çile li derdora gundê Kibêşînê yê ser bi navçeya Şêrawa ya Efrînê li dijî çeteyên dagirker çalakiyek kir. Di encamê de 2 terorîst birîndar bûn.

Şervanên me roja 2’ê Çile li herêmeke nêzî Raî ji du baskan ve li çeperên dagirkeran xist. Çalakî ji cihekî nêz ve hate kirin û bi qasî nîv saetê şer qewimî. Çeteyên dagirker ji bo pêşî li çalakiya hêzên me bigirin, panzer jî di nav de gelek çekên giran bi kar anîn. Terorîstan kir û nekir, nekarî pêşî li çalakiyê bigirin û di encamê de 3 terorîst hatin kuştin, terorîstek jî bi giranî birîndar bû.”

 

EFRÎN