Di çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê HRE’yê yên 1 û 4’ê Hezîranê de 5 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn. HRE’yê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di çalakiyên hêzên wan ên dawîn de li Bab, Mare û Şêrawayê 5 çete hatine kuştin, 4 çete jî birîndar bûne. Daxuyaniye HRE’yê wiha ye: “1’ê Hezîranê hêzên me li herêma Babê li dijî çeteyên artêşa Tirk çalakiyeke sekvaniyê kir û tê de çeteyek hate kuştin. Di heman rojê de hêzên me li dijî benda kontrolê ya girêdayî bajarê Babê çalakiyek kirin û di encamê de 2 çete hatin kuştin. Hêzên me li herêma Mareyê çalakiyeke sekvanî li dijî çeteyên artêşa Tirk li dar xistin. Di encamê de çeteyek hat kuştin. Hêzên me li gundê Basûtê yê bi ser navçeya Şêrawa de çalakiyek li dijî çeteyên artêşa dagirker kirin. Di encamê de bi qasî ku hat tespîtkirin 4 çete birîndar bûn. 4’ê Hezîranê hêzên me li herêma Mareyê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sekvanî li dar xist. Di encamê de çeteyek hat kuştin.” ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN