Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Efrîn, Şêrawa û Ezazê çalakî kirin û di encamê de 9 dagirker hatin kuştin. HRE’yê bîlançoya çalakiyan a sê rojan eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê, di çalakiyan de 8 çete û leşkerekî Tirk hatin kuştişn, 6 çete jî birîndar bûn. Daxuyaniya HRE’yê ya li ser mijarê wiha ye: ”12’ê Hezîranê, hêzên me li gundên Xezewî û Birc Heyder ên li navçeya Şêrawayê li dijî dagirkeran çalakî kirin. Di encamê de 3 çete hatin kuştin. 13’ê Hezîranê, li Efrînê hêzên me çalakiyeke sabotajê kirin, di encamê de 3 çete hatin kuştin. Heman rojê li Babê jî li dijî dagirkeran çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin. Çeteyek hate kuştin û 4 çete birîndar bûn. 15’ê Hezîranê, li gundê Kefer Xaşir ê Ezazê hin çalakiyên sûîqestê hatin kirin. Di encamê de leşkerekî Tirk û çeteyek hatin kuştin. Her wiha 2 çete jî birîndar bûn.” NAVENDA NÛÇEYAN