Li navenda bajarê Efrînê, li dijî nuqteya polîsên eskerî ya çeteyên dagirker, HRE´ê çalakiyek kir. Di vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 7´ê din jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiya xwe ya li Efrînê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete çalakiyên hêzên wan didomin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “13’ê Gulanê li navenda bajarê Efrînê, li dijî nuqteya polîsên eskerî yên çeteyên dagirker, hêzên me çalakiyeke bi bandor pêk anî. Di encama vê çalakiyê de 3 terorîst hatin kuştin, 7 terorîst jî birîndar bûn.”
NAVENDA NÛÇEYAN