Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirkar çalakî li darxistin. Di encama çalakiyeke wan a li Babê de 2 çeteyên Tirk hatin kuştin. HRE´ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got. “Hêzên me çalakiyên xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrîn û derdora wê dewam dikin. Di 15`ê Tebaxê de hêzên me bi 2 çalakiyên bibandor baregeh û çeperên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li derdora gundê Hezwan ê ser bi Babê ve kirin hedef. Di encamê de 2 baregeh hatin rûxandin û 2 çeteyên Firqet El-Hemze hatin kuştin, her wiha 3 leşkerên Tirk jî di nav de, 8 kes birîndar bûn.”
EFRÎN