Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanên wan li Mare li dijî esker û çeteyên dewleta Tirk çalakî li dar xistiye. HRE’yê got; “Di çalakiyê de çeteyek hate kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.”

HRE´ê têkildarî çalakiyên şervanên wan ên li herêma Efrînê û derdora wê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û got; “Çalakiyên şervanên me yên li dijî esker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêma Efrîn û derdora wê didomin.

Di vê çarçoveyê de roja 1’ê Nîsanê (pêr) şervanên me çalakiyek li dijî wesayîteke leşkerî ya koma çete ya bi navê Cebhet El Şamiye li derdora gundê Tuwês ya girêdayî herêma Mare, li dar xist. Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.”

HRE´yê pêr jî dabû zanîn ku di çalakiyeke bi roketê de li dijê eskerên Tirk ên dagirker li gundê Meryemînê a bi ser navçeya Şera ya Efrînê 31´ê Adarê 3 eskerên tirk hatine kuştin û 3 yên din jî hatine birîndarkirin. HRE´yê dîmenên vê çalakiyê jî parve kirin. n NAVENDA NÛÇEYAN