HRE’yê tola 3 şehîdan hilanî
HRE’yê doh li navçeya Şêrawa ya ser bi Efrînê, li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker du çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. HRE’yê da zanîn ku ev çalakî ji bo tolhildana 3 şervanên wan ê 10’ê Nîsanê şehîd bûyî hatine lidarxistin. Ji dema dagirkeriya dewleta Tirk a 18’ê Adara 2018’an û vir ve Hêzên Rizgariya Efrînê çalakiyên xwe li dijî dagirkeriyê dewam dikin.
HRE’yê li ser çalakiyên doh ev daxuyanî da:
“Roja 11’ê Nîsanê hêzên me li navçeya Şêrawa ya ser bi bajarê Efrînê, li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke taybet û çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di encama van çalakiyan de 3 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî brîndar bûn. Her wiha 2 jê doçka lê barkirî, bi giştî 3 maşînên eskerî jî hatin rûxandin.
Ev her du çalakî ji bo tolhildana 3 hevalên me (Egît Şerqiya, Ferman Bilbilê, Xabûr Efrîn) yên ku di êrişa 10’ê Nîsanê ya li dijî navçeya Şêrawa de şehîd bûbûn, hatin lidarxistin.
Artêşa dagirker û çeteyên wê bi çekên giran, qadên sivîlan bi dijwarî topbaran dikin. Di van topbaranan de welatiyekî sivîl birîndar bû.” NAVENDA NÛÇEYAN
[video width="1280" height="720" mp4="https://ozgurpolitika.com/wp-content/uploads/2020/04/عمليتين-نوعيتين-لقوات-تحرير-عفرين-انتقاماً-لمقاتليها-الشهداء.mp4"][/video]