Helîm Yûsiv îşaret bi zehmetiyên di dema xebatan de kir û got, “Ji ber vê jî, pêwistî bi wê yekê heye ku em xwe bi hêz ji nû ve ava bikin û xebateke berfereh di warê wêjeyî de bikin.”

CANO ŞAKIR / WUPPERTAL

Ji ber ku rêveberiya berê hew ji ber sedemên şexsî dikarî dewam bike HRRK şaxê Ewrûpa konferansa xwe ya awarte li Wuppertalê li dar xist. Di axaftinên dema konferansê de îşaret bi girîngiya jinûveavakirina HRRK şaxê Ewrûpa hat kirin û hat gotin, divê hêza HRRK û endamên wê di warê wêjeyî û rewşenbirî de bê xurtkirin. Di encama konferansê de rêveberiya nû ya ji 7 kesan hat hilbijartin.

Konferansa Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ya şaxê Ewrûpayê li bajarê Elmanyayê Wuppertalê 06´ê Nîsana 2019´an  bi rê ve çû. HRRK´ê şaxê Ewrûpayê ev konferansa 3´yem a awarte weke ya “Ber bi ji bo nûkirin û rêvebiriyeke nû ve” darxist.

Konferansê bi rêzgirzinê dest pê kir, paşê dîwan hat hilbijartin. Berdevkê HRRK´ê Helîm Yûsiv axaftina destpêkê kir û rave kir, ka çima ev konferansê awarte “di vê dema kin de” hat lidarxistin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku her 2 salan carekê ev konferans tê li darxistin.

Helîm Yûsiv got, “Piştî konferansa me ya 2´yan û piştî wê ku demê rêvebiriyek ji aliyê endemanên beşdar ve hatibû hilbijartin, hevgirtina me rastî zehmetiyan hat û çend kesan ji rêvebiriya me ji ber hin meseleyên şexsî, xwe bi şûn ve kişand. Tevî wilo jî me bi zelalî û eşkere berê jî gotiye, em nakevin bin sîwan û bandora van meseleyên bi vî rengî.”

Ji ber betalbûna rêveberiya berê

Helîm Yûsiv di dewama axaftina xwe de got: “Ev hevgirtina me ya rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, piştî serhildana 12 Adara 2004´an a gelê me, û şehîdkirina bi dehan kesan bi destê rêjîma Baesê,  me jî wek rewşenbîr, pêwîst dît ku em li kêleka gelê xwe bin. Me li bajarê Sandvîkn li Swêdê înîsîyatîfa xwe ava kir û ji rojên  8-10. 10.2004´an de Hevgirtina Rewşenbîrên Rojava Kurdistanê (HRRK) Şaxê Ewrûpayê ava kir.

Ji ber wilo, ji bo ku em bi hemî hêz, vîn û nasnamaya xweyî rewşenbîrî li van nirxên xwe yên çandî û li wêjeya xwe xwedî derkevin, em hewl didin ku di meydana cihanî de hêza xwe xurt bikin.”

Helîm Yûsiv di dewamê de îşaret bi zehmetiyên di dema xebatan de kir û got, “Ji ber vê jî, pêwistî bi wê yekê heye ku em xwe bi hêz ji nû ve ava bikin û xebateke berfereh di warê wêjeyî de bikin.”

Ji bo xurtkirina hêza rewşenbîrî

Hêjayî gotinê ye ku di konferansê de gelek ji endam û delegeyên nû beşdar bûn, nexasim jî beşdariya jinê li gor yên berê zêdetir bû. Van endam û delegeyên konferansê yên ji gelek welatên Ewrûpayê, da zanîn ku ew ê bi dilsozî heta ji wan bê di warê wêjeyî û rewşenbîrî de hêza xwe û çalakiyên xwe xurt bikin.

Husên Omer ku berê serokê HRRK şaxê Ewrûpayê bû jî, ji delegeyan re peyivî û got, ji ber rewşa xwe ya taybet ew nikare di rêvebiriya HRRK´ê de bimîne, lê wek endam di nava kar û xebatên hevgirtinê ew ê bimîne û bi hevalên xwe re di vî karî de dewam bike.

Piştî ku gengeşî li ser miajrên konferansê hat bi dawîkirin, delegeyan wekî din mijarên Festîvala Çandî û Wêjeyî ku HRRK şaxê Ewrûpa her sal li dardixe hatin diyarkirin. Wekî din ji biryarên sereke yên konferansê bû ku komeleyeke çandî bê avakirin.

Rêveberiya nû hat hilbijartin

Di dawiyê de piştî xwendin û eşkerekirina encamnameya konfenasê, ji bo rêveberiya nû hilbijartin çêbû û rêveberiyeke nû ya ji 7 kesan hat hilbijartin.

Kesên ku hatin hilbijartin jî ev in:

1. Helîm Yûsiv

2. Seydo Reşîd

3. Zerdeştê Kal

4. Emîtis Krad

5. Cano Şakir

6. Şadiya Xelo

7. Rêber Hebûn

Ev kesên ku ji ji aliyê endeman ve hatin hilbijartin malavahiya hevalên xwe kir û got, ew ê bi hev re hevgirtineke bi hêz ava bikin û deng û wicdanê rewşenbîran li qadên wêjeyî yên cihanî bilind bikin.

   

 WUPPERTAL